A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Omer Dilsoz - Janda (Gulgever)
153 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Omer Dilsoz - Janda (Gulgever)

Janda (Gulgever!...)
Dengê şevê bi ser min de tê;
Xew diçe ji welatê min.
Li ber pencereyê tava heyvê,
Hêdî hêdî xwe davêje oda min.
û hingê;
Hingê ji nav birka bîrhatinan,
Tu dikevî ser pêlan,
û diherikî li nava hestên min.

Janda (Gulgever!...)
Biharê hemû bêhnên xwe ji te dizî ne;
Sosin,
Alal,
Beybûn,
Binevş,
Nêrgiz; tev ji te afirî ne.
Avzêl ji zelaliya çavên te hiltavêjin
Kaniya jiyanê yî tu!...
Kaniya jiyana min!...
Janda (Gulgever!...)
şev e; şev diqulipe hêdî hêdî.

Janda (Gulgever!...)
Berfa spî lêkir,
çiya vehûnandin;
Newal rast kirin,
Aşût û renî hatin.
Tavê lêda;
Germ bû,
Berf heliya.
çiya û berdol şîn bûn;
Canemergan cih bi nêrgizan guhast,
Panav têrxwer bûn;
Pez lê çêriya,
Dewar lê beziyan,
Golik lê boriyan...
Janda (Gulgever!...)
Qedexe çiriyan...

Janda (Gulgever!...)
Bi navê Xwedê!...
Bi sûnda mezin;
Bi serê te yê nazdar,
Bi wan her du çavên qendîl,
Bi wî dilê tijî evîn!...
Sûnd bi navê xudanê mirazan!...
Min gelek bêriya te kiriye!
Min gelek hesreta te kişandiye!
Hesreta wan her du çavên te yên belek;
Bejna narîn,
Bişirîna şirîn,
Rawesta melûl,
Meşa mexrûr,
Bêhna porê te yê bêhn-çiyayî;
Ango te..
Te Janda (Gulgever!...)

Tu Janda (Gulgever!...)
Evîna min ya şermoke,
Kula min a delodîn!...
Ew gotina biefsûn;
Ewa ji her tiştî bêtir min dixwest ji te re bibêjim,
Aniha, va ye diqêrînim
û direşînim ser bêdengiya şevê:
`Ma tênegihîştî hêj? `
`Min tu divêyî Janda (Gulgever!`)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê