A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Omer Dilsoz - Dizivirin Hestên Min
176 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Omer Dilsoz - Dizivirin Hestên Min

Hestên min wekî mizrahekê
Li dora xwe dizivirin
Wekî derwêşekî Mewlewî
Dizivirin û hey dizivirin
Li beramber,
Li seranser,
Di nava bêdengiya dil de,
Bi hêminî,
Bi sermestî û her dizivirin

Zivirîneke bêpayan
Wekî gerasîska pêlên har
Wekî babelîska bayê kur
Wekî perwazên teyrê sîxur
Wekî gurîska agirê gur

Dizivirin hestên min bi sergêjî
Bi delodînî,
Bi kihêlî,
Bi evîndarî
Bi dilsarî…

Diçerixin hestên min bi melûlî
Li nava deştên gever î fireh
Bi tena serê xwe
Di çilê zivistana zemherîr de
Bi dû dewsa sîberekê

Sev diçin,
Sar
Roj diçin
Sar
Meh diçin
Sar
û sal diçin
Sar

Dipelînin hestên min ji nav tûvilê xwe
Bi ser berdayî
Bi dil daxdayî
Bi çav kildayî
Bi dest hinedayî
Ber bi xwekuştinekê ve

Têkil hev diçin
Têkil hev tên
Têkil hev har dibin
Têkil hev sar dibin…

Dikelijin,
Vedimirin
Geş dibin,
Diçilmisin
Li gel biharekê
Li gel payîzekê

Digerin hestên min li biyabanan
Li dor strîdankan
Li ser kulîfekan
Li pesaran
Li gund û waran
Li ber baranê
Li ber berfê
Li bin hetavê
Li gel hîvronê
Di bin çilvilîna stêrkan de
Li gel jivanên nepenî
Xwe bi razên dilan wer dikin...

Dibihûrin hestên min
Di ser milan re
Di nav şikêran re
Di bin teşaran re
Li gel sergêjiya dilê xwe

Dizivirin hestên min ji gerê
Ji kulînên bin erdê
Ji nav dilê zindanê
Ji tarîsana goran
Ji dil-lerzika sêdaran

Dizivirin hestên min li dor gêrê
Li nav coxîna jiyanê
Di bin simên siwariyan de
Ji bêhna keliskên hespan
Li gel gêjevanka zarokekê

Dilê min dizivire li nav babelîskekê
Li gel bêhna nanê sêlê
Ji berbiska şorbûyî ya dayikekê
Ji gurîska har a tenûrekê
Ji dilopa xwîdana eniya nanpêjekê

Hestên min dizivirin mîna widrê sofiyekê
Mîna semaha pîr-elewiyekê
Mîna toba reben-îsawiyekê
Mîna duaya kal-zerdeştiyekê

Hestên min gêr dibin li kendalê jiyanê
Di nav gergerên xelekên demê de
Bi sehma apoletên nexşîn
Ên ser milê komandarên çavsor
Dizivirin û her dizivirin
Mîna çerxa wergêrana şev û rojekê

Dizivirin hestên min ên serberdayî
Bi peşkên baranê re
Li ser dilê axê
Lê dihêwirin
Lê belav dibin
Hingê dimêje ax avê
Bi tîbûna hezar salî
Bi hesreta hezar salî
Heta kezebê
Heta gurçikê
Heta mirinê...
Helbestên din ên Helbestvanî/ê