A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Occo Mahabad - Çûyîn
167 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Occo Mahabad - Çûyîn

Min got neçe
Ew çû
Wê got bimîne
Ez çûm...

Ew çû
Ez giriyam
Çavên wê
Di çavên min de man
Bêhna min
Di tiliyên wê de ma

Ez çûm
Ew giriya
Dengê min
Di dengê wê de ma
Xwêdana wê
Di bedena min de ma…

*Ji pirtûka Êşên Qehbik, :28
*Bi destûra helbestvanî ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?