A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nurcan Delîl - Risteyên Gazincbar
115 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nurcan Delîl - Risteyên Gazincbar

Zarokatiya stûşkestî
Min di nava cehterîyê de bigevizîne
bêhna min jî bikişîne
ji xwe re bike ayet
Û helal bike êşa min,
paşê jî daweşîne
zarokatiya min a stûşikestî
ji bîr bike
û here, ji me re
li welatekî wekhevîyê
gorekê bikole
û hîna were

*Ji pirtûka wê Risteyên Gazincbar, r: 14
*Bi destûra helbestvanê ye.