A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nurcan Delîl - Pîrika Min
196 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nurcan Delîl - Pîrika Min

Pîrika min
xIftanekî sor
bi ser gulîyên xwe de danî
û bi kezîyên ciwaniya xwe honand
êşên di dilê xwe de
di tayek porê xwe yê spî de
şewata lawê xwe hîs kir
Û di dilê xwe de pêçand
dawîyê kir nivişt
Û xist stûyê xwe
Carinan diperpitî singa wê
bi eşqa xêrnedîtîyê xwe
Û dikir qêrîn li asîmanan
Hawara wê bi ser emrê wê de
dilerizî
Wê belengazîya xwe
di xemgînîya xwe de dikir xew
û difetisand hêsirên xwe
di zengiloka xwe de
heta ber mirinê
di bêdengîyê de

*Ji pirtûka wê Risteyên Gazincbar, r: 50
*Bi destûra helbestvanê ye.