A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nurcan Delîl - Êvara Helbestê
342 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nurcan Delîl - Êvara Helbestê

Vê êvarê helbestên min
xwe tazî kirine
xwe kirine mirtib
bi cengî serî hil didin
bi êşa evîna te
welato
Dîroka xwe di pişta xwe de dizengirîne
û xwe diguvêşe bi ser de
Di qirkirina zarokan de dibarîne
Tovên afirîneriyê geş dibe
û xwe dike gurz
di destên dayikan de dipengize
û xwe bi ser welat de berdide

*Ji pirtûka wê Risteyên Gazincbar, r: 71
*Bi destûra helbestvanê ye.