A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nurcan Delîl - Destarî Bigerîne
458 Xwendin
7 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nurcan Delîl - Destarî Bigerîne

Bêhna janeke tehl kon vedaye di bin pozê min de
Dikim qêrin û gazi
Tu bûyî taca serê tazî
Bi hawara zarokên pêxwas baz dide
Bi talan li hev civiyan dîsa li çolan rabûn bi hezaran kurd
Demsala xayîn, bêdengiya qêrînê pişta xwe dabû bêbextiya bêar
Ez ê bibim çûkên demsalê li ser qesr û qonaxên welatê xwe
morî tazî digere li welatê dengbêj û çîrokbêjan
Dilorîne dûrikê dirêj li ser dil û êşan
dibê serbilind e çiyayên min bi xortên hêja
Tev şêêrbêj û dengbêj in bi hêviyên xwedawend
Zerdeşt di şevçiraya Çarşema Sor de şevê ronî dike
Îsa silav dike
Muhammed Azad dike
Bi bihara dildaran
di keserên bûkaniyê de difetisin
Sewtên bêhevsar
Enkîdû dixapîne,
dîrok lorikên dayîkan diedilîne, rihan û pûnga hewşê
di cizbê de direqisin, 104 ME'yên Înanna
bi yek hawarê vedijîne jiyanê
Xayînan kon vegirtine
Bi diranên xwe yên zingarî bibe Kerbela jî
Jinê vekolaye, jiyan
çandiye, gerdûn bi destê xwe yê xwedayî
birîna welatê min vedireşe bi ser qewmê Lût
jana sor xwe kiriye kilor li benda tenûra vêketî
metîs sembola sereke ya zanîna xwedayî
Disincirin hevalbendê demsalê bi awirên pêşberî
Were Darîûs bixeniqîne di gora wî de
bi ava zemzemê azad bike welatê Cegerxwîn û Mîr Bedirxan
Destbirak e bakûr û başûr Mem û Zîn in
Kawayê Hesinkar!
were bihêre mirinê, dor bide vejînê,
bi destarî bigerîne tovên azadiyê

*Bi destûra helbestvanê ye.