A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nûdem Hezex - Tûla Bûkanîya Heyvekê
166 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nûdem Hezex - Tûla Bûkanîya Heyvekê

heft rojan ma ew peyv li ser wê asfaltê
çavek li xwe vekirî yê dî bi ser xwe de devgrêdayî
li wê rastê dîmêneke mirî mabû li kulmeke girtî
bermayîya çolek gotinên li lêkera hevokekê ketî
mîna kîsek pembû pijîqîbû erdê
rêyekê xwe li rûyekî girtibû rûyekî xwe li rêyekê
hatibû kuştin royek li rûdênê ava çemekî
li ser wê asfaltê heft rojan mabû ew peyv
çilûra sikîsar girtibû ser çermê heyatê
klamek tepisîbû ji kerba bêdengîya dengnebêjekî lal
dengekî hinavê xwe dadabû li ser çokên bajarekî temirî
lêv xwe li ser lêvan de pijandibûn
daristanekê xwe mijandibû li ber sîya şêrên çokşkestî

ew peyv heft rojan mabû li ser wê asfaltê
slavek dabû mirinê- em li ber neynikeke kevzgirtî bûn
neynikeke tevzgirti bûn em- me mirinek dida slavekê
slavek dida mirina me jîyanekê ji kuştineke kedî

belê! ew peyv heft rojan li ser termê me mabû
ne dîyarîyek bû ji xwedê
şkestekên bajarek stêrk hûr û hûr
tûla bûkanîya heyvekê bû ketibû erdê

belê! em di bin şapeya berfekê de mabûn rip û rûreş

heft şev û heft rojan ma ew peyv li ser wê asfaltê
mistek ronî di kulma xwe de veşartibû ji rûdênê heyvê
wê dayikê
biteybetî

Mahzer (Weşanxaneya sınırsız 2017)