A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nûdem Hezex - Mihemedo
189 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nûdem Hezex - Mihemedo

( ji M.Ronahî re )

ma min negotûbû te lo Mihemedo
pora tavê şeh neke gidî
îro nabe do

*
rûniştîye li ber pencerê
niha di dest de kitêbek
qêrîna rengên li xwe dereng mayî
sîya gewrîyeke boz
li ber raborîya ser û bin bitoz
ba û taya li pişta latê-barê heyatê
ecaca çolekê li deştekê bûye bahoz
niha pencereyek rûniştîye li ber du çavan
dîwarekî bêserûber li zimanekî hişk dimelise
deng dereng hatîye li rengekî qer ketîye tarî
di nav tilîyan de şeqeşeqa tizbîyekî zer
reqs û semaya hewayê
raneketîye sî û sê awazên denggêjekî
li tenûreke sar ketiye bedena bêbetan
niha rû veniştîye
zurîna lênivîska li ser masê
pencereyekê perdeya xwe kuştîye
aveke şor serê xwe şûştîye
li pêşberê xwe hiştîye
xwîyangek
sê bang
û bêhneke teng
niha dîn bûye pencereyek bi çolan ketîye
teqîye ronahîyek li pora MonaLîsayê
bûne qelem tilîyên Mihemed vê gavê


(nehatîye çapkirin )