A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nûdem Hezex - Baroj (Klama Ba û Rojê)
71 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nûdem Hezex - Baroj (Klama Ba û Rojê)

du kurên xwedê hebûn
yek kûr û kor
yek şûr û şor bû
du bayên bê ban
bakûr û başûr bû navên wan
û du keçên wî
yekê hildida
yek diçû ava
du hêlînên li du hêlan
navê wan
rojhilat û rojava

çar xweh û bra
çar dil
çar çira
çar perçe
li çar alîyên welatekî bûn

Çar xweh û brayên neçar
ne dibûne yeka
ne jî çar

çar zaroyên xwedê hebûn
her tim sêwî bûn

*Xizêmok, Weşanxaneya Sîtav, 2019 r: 88