A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nisrîn Ehmed - Zindan
133 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nisrîn Ehmed - Zindan

Her çar alî rekeha singa min tengtir dikin
Nikarim azad biramim
Dil nikarê awazên serbest bihûne
Jiyan bi şîret û metirsiyan min dorpêç dike
Di hemî demên salê de
şaxê min kezaxtîne
Nikarim mezintir bibim
Ramanên min çengokirî ne
Nikarim bifirim
Hevalo ……….
Te jî rekehek zêrîn amade kirye
Ez ê çi jiyanê bi afirînim
Zindanên hesinî bawerî û cegeriya min na hejînin
Lê ………..
Ev zîndana di hindirê mi de avakirîn
Jiyanê bi sehû dikê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê