A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nezîr Palo - Dîlokeke Hevrêşimîn
220 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nezîr Palo - Dîlokeke Hevrêşimîn

"Bo Ehmed Huseynî"
"Dema ku bêzarî êdî nema te dikuje!!!"

De êşê ji ser rûyê xwe vemale!
û destên xwe jî bi serbestî di ximavê de werbike
û li bêrîkirinên xwe vegere ey dilovanê ku li evînê mikur nayê.
Riha te bi xoşewîstiyê giran bûye,
Tu yî meyperes, ne mey têra te dikin
û ne jî şevistan ji boyî sewdayê,
Ey şêxê giranbuha!
Cilûbergên te yên bi morîkên peyvan neqişandî,
her li bejna te hatine, ji xwe navêje!
Dizanim Tu di bêdengiyê de ne zîrek î,
Di semageriyê de ne şareza yî,
Ne jî tu dikarî xwe çeng bikî!
De xwe nêzî sîbera xwe bike, bîhna gulava xwe ya kevnar jê bikişîne,
Ji stiranbêjiya te zeyt diherike, mîna ku netebatiya te ya derengmayî be
matmayînê di nivîna te de nîgar dike.
De êşê ji ser rûyê xwe bişo,
Ma tu yê şahejina xwe û van qonaxên spîreng bo kê bihêlî?
Di vê xwekujiya di enternêtê de ragihandî,
ma dê kîjan lêv mirina te dûbare bikin?
Ho Ehmedo!! Ma kîjan dîlok dê hêjayî vê şînîgiriyê be;
şîniya ku te ew li ber tîrêjên ronahiyê raxistiye.
Tu bi ku ve biçî dê her û her şermolayê giryana çavê te bit,
de rê bidiyê .. da ji sîniyê rizgar bibe
çivîkên sewatê hê di buxçika te de ne,
de wan berbi keskesorê ve bifirîne
Tu gulavên Amûdê di bêrîkên xwe de hildigirî,
De çavtengiyê neke, wan bi ser rûpelan de bireşîne!
Raperîna henasên te bi dûya cigareyên te nîgar dibe,
De êdî li xwe mikur were!
wa ye, te di nav xilqan de sergerdan dibînim,
û kilîtên te ji boyî bi karanîna helbestê har dibin.
wa ye, te di nav hilbijartina elfebayên te de dudil û surdar dibînim
da tu evînbaziyan digel caman û berfê bikî.
Hetavên te di nav lêvên berbangê de ne
û kuçeyên te jî qedîfeyê ne, bendewariya xunavê dikin.
Qublename berê xwe dide rexên te yên windayî,
û asoya erxewanî bêzar e, bendewariya pênûsên te dike.
Rûdanên ximava te, bi bawermendî, jena dilê te nivîsandin,
Êdî kufir nebe!
De perwazên xwe bi ser vê êvarê de vegire!
û koça xwe berbi rewrewkê ve bar bike da tu
şîniya xwe ya mayî binivîsînî.
Li wir, li dûrahiyan, li tenişt sirûdên xwe vehese
Da ku dengvedana te di gulavê de niştecî bibe.
Ji zixta xwe hişyar bibe û gazinan ji xenceran neke!
Sozên te wêneyên kesk bi ser xweliyê de diherikînin
Di cografyaya seqemê de toza bêçareyiyê tu yî
De êşê dûbare bike!
Ku hêjî rengek ji bêdengiyê û yek jî ji ciwaniyê di serdemê de peyda dibin.
Ku hê di qonaxan de piçeke balkêşî serberdayî maye
Di navbera min û te de
şevçirax e û xaçerê û ax e
di navbera min û te de
welatek, kîl û sirûdên xwînê ne,
û di navbera me û axê de
zingîna ku em bi zengilan berbi wê ve dibezin, e.
De ji bo kesera dawîn,
mamikên fincanên qehweya xwe ji hev veke
de vê bêzariyê bi hestiyên xwe bidiqdiqîne
da ku stêrkên rijyayî li ser birîna te xelmaş bibin
de li pey rondikên xwe yên dawîn bigirî!
De eşqa xwe birêse da ku bibe mij,
berya ku tu serê xwe deynî
şevbuhêrkan bi ritm û newaya stiranên xwe dagire.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê