A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nêrgiz Ismayîl - Sirûda Gunehê
866 Xwendin
41 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nêrgiz Ismayîl - Sirûda Gunehê

Ji zemîna tevahî sirûdan
Û şewata xençeke axîn
Ji nav nûpelkê germebayê
bîrên ser rûkê mişext bûyî
Mayîn û nemana nêrgizan
xaka razayî û bêberge
Çend bi çend tarîkên
kevizgirtî man di êvarên
avisî pîç de
Ez û tû yê ku bûne
her tabloyên awarebûnê kolanan
Gundê me jî me jibîr dikin
û em bêriya xwe dikin
Her ku xerîbî ji me jêdike
Perçeyê zemîna sirûdan
em bendewarê sirûdeke dî ne
bo bide ji bîrkirin
Nasnama gunêhên me

*Mêşîn, Nêrgiz Ismayîl, Weşanên Aramê, 2020
**Bi destûra helbestvanê ye.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê