A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nêrgiz Ismayîl - Guliyên Eşqê
2628 Xwendin
65 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nêrgiz Ismayîl - Guliyên Eşqê

Beşa Yekem

Kenên we binefşokên zozanên welatê çelengan in
Xecxecokên qelaçên Sîpanê Xelatê ne
Qeşmûşkên birînên rêvingiya xewnên me ranebûne
Kildanka şîrînyarê, xelata kulîlkên Hemrînê
Meşka eşqa hêviyên me dikeyînin
Buxçika kenê me yê spî tijî av dikin

Barê xakê bi we sivik bû
Spehîtiya we neqşa koçeran e
Peyvên payîza Agirî mîna vîna Cudî ye
Bi dengekî hêrs, ser warê jibîrkirin û mirinê
Siya tirsa weşîna rondikan nahejîne
Lehiya evîna we peyvên têne bidawîkirin
Di dawiya şevê de, di serê berbangê de
Bi dengê kenê we pişkên keziyên buharê dibişirin
Gava masiyên Gola Wanê dilîzin
lorîka janên me dayik vedişêrin

Ji we re behsa bêrîkirina xwe dikin
Welatekî hêmin ji aşitiyê re xwînê dike gol
Xaka ku hîna bêriya hilma zarokên xwe dike
Zarokên wê keskesor ji xwe re kirine pirpirîk
Birînên dapîran dihûnin
De derman bikin cokên xwînê

Hûn ne mêvan in
Ne mêvanên dereng li ser lêvên razayî ne
Evînên gewr her rêvingên rêkên dûr û dirêj in
xemgîn nabe dara dilê lûtkeyan
Çendîn rêçikên wan bêdawî bûn!!
Ewqasî şopên wan dawî li êşên jînê anî

Hîna eşqa we kesk e
Ji demsalan re semayê dikin
Sor dikin keziyên zeriyan
Ji qurmê ve comerd in
Ji bîr nabe... hûn evîna welat in

Ger darê pişta xwe da darê
ger avê nema li avê nêrî
ger axê ji navê xwe şerm kir
ger çûkan pirpirîk ji bîr kirin
Wê gavê bila hemû kêliyên buharê vemirin
henase nema ji bo azadiyê serî rakin!

Ey xwedawendên vejînê!!
hûn sirûda xweşiya welatê me ne
dîloka koçeran, merhema dermankirina derdê axê ne
Hûn rûmeta çiyan in
Tenê eşqa we çavîkên avê teqandine
Bajaran dilê dildaran keritandiye

Çi bikin? Em bêriya spîbûna dengê we dikin
Li kêleka peravên janbir
mîna pelçemên dara gûzê ya kesk
Tiblên sor ji xwîna xewnên veciniqî
mîna wan salên bi lîstikên çavgirtinkê ne
peyvên di gewriyê de sewdal mane... dadiqurtand

Bayek e, ji Urukê tê
dibe ku buhuşta 104 meyên we bin
ji tenahiya xwe şerm dike awaz
Dara çinarê pêjna siya we radixîne
Şevê, kilê reş bi ser we dadike
Mitêlên spêdayê rengê xwe davêjin
gulistana we hişyar dikin û..
welatê ji hingivînê xweştir,
Şîr dide payîza bîranînên me
di her semayekê de berfa GOVENDÊ geş dike


Beşa Duyem

Ey koçera kenawer!!
Neqşên dilê te ji warê Dêrsimê hatine
Kulîlkên zazayî strandine awirên te
Dereng geş nebe buharê
Bimîne werz.. bimîne yarê
Bibe pizooot

Gur bike evîna wê li welatê du çeman
Binax nabin kela jinên kezîdirêj
Naqefile agirê hêviyên koçera zozanên evînê
Derengmayîna te bawî dike wêneyên gundê me
Şûna xwînê diherikîne avên zemzeman

"Baniya" dilê te nema ji agirê bajaran hez dike
Her bêriya gulên evînperwerên Dêrsimê dike
Guharên darên payîzê diweşîne ser xemgîniyê
Destanên veqetînê û rêvingiyên dirêj dişemitîne
ji hestên te dilopên barana azadiyê dibarin

De hine bike guliyên dayîkan, vegerîne kirasê buharê
Tarîka şevan jî reviya ji ber awirên te, vegerand roja germ
Parîsê ji navê xwe fedî kir.


Beşa Sêyem

Ha... Koçera beyarên Botanê

Bi girnijîna te re lîstokên me zindî bûn
Ji destê me hemû kêlî bûn
mîna bedewiya Cûdiyê gerdena te

Em bêriya wî şemala te yê koçerî dikin
li bin hênikaya wê em hestên xwe radixin
Zarokên welêt bi xewnên te re mezin dibin
Bîstikên xewnên me jî bûn dengvedana xweziyên te
Xunavên serê seharê hênik dikin germahiya
havîna peyvên me.. bêrîvanê!


Ji te re Koçera zozanên Botanê!!
Ji van kêliyên hêvî hûnandî
Em û dengê rika neyaran li hev digerin
Rêvingî hevalên me yên şevên tarî ne, rojên giran in
Tenê peyala ava azad dişikîne têhna me
Hûn bûne zingilê çavên minalan
tabloyên şkestî diqeşitînin
Peyvên xeniqî bi giyan dikin
Xweliya wan diyarî şevên bêstêrk dikin

Em fêr nebûne gornan bikolin
Çîrokên xwe tê de têxin xewê!
Weke qereçiyan ku bêjingên xwe dihejînin
genimê dîrokê li tevna êşan dixin
zîwan diweşin û genimê me her ew genim e
Em jî di ber re lorîkên bengiyên vî welatî dibêjin
her mezin dibin keser....
Em dixepêrin bexçeyên şeydaya xwe
Li xewnên azweriyê digerin
Bi milên me felek rûpoşên neyaran dirûxîne
Carinan rastî ji qehran re dikene
Lê kenê rastiyê jî hesretên dapîrên me ne

Gava bêriya zeviyên tiriyan dikir
helîl û bastiqên Omeryayê dihatin xeyalên wê
Pênûsên me yên serhildêr
Weke qazmeyan dîrokê dikolin.. dikolin
û her dikolin...

Li baskên me digerin
Piştî ku serê peyvan dişon
Yeko yeko bi guhê çiyayan ve dadilqînin
Xweşikiyên me gava dikevin nav heriya reş
nema ji rûkê xwe şerm dikin!

Em natirsin ji dilopên xwînê
Xewnên me jî çîroka lehengiyê dinivîsînin
Em li ser xwîna xwe negiriyan
Li ser hêviyên xwe nekeniyan

Dicleyê; em fêr kirin çawa dilê xwe bicûn
destanan biafirînin
Herikîna Feratê ew fêr kirin çawa bibin lehî
paqij bikin axê ji "Nemrûdan"
Hîna dengê "Nemrûdan" erdê dihejîne
Xezeba bablîsokê dibarîne

Kenên me ji kaniya hesinan in
Kederên me jî dilnişîn in
Di cengê de em bedew bûn
Di pirtûkên zêrîn de em xweşik bûn
Niha jî zindî dîrokê digerînin
Xweziyên neyaran dadilqînin
Ala mirinê ji me re rakirine
Nizanin ku me ji zû ve xatir ji mirinê xwestiye


Dîsa li we digerin, li bin dara spîndarê digerin
Kêleka kaniya gundê me
bi dîwarên girtîgehan ve pelên kulîlkan hiladiwestînin
Dawa welatê me fireh e, jê bîn dikim bêhna we
Şervan in em, ser sînga vî welatî bûne rêwî
Hozan neqşevanên kederên wî ne
Va ye xewnên sêwiyan dişon
Diyarî buhara welat dikin

Aramî li agirê me nayê
Agir azad dike bêkesan, nanê çavên wan spî dike
Havîn e, baran dibare
asoyên bilindahiyan bûne keskesor
Hest nabin xwelî, çem têr nabin ji herikînê
Zozanan awirên xwe kor nekirine
Bedewî asmanekî şîn e
biskên we sulavên şitî ne

Wêneyên te welato mane wekî şenga çiyayan
Vê seharê, bablîsok e, erê hêlînên şervanan asê ne
Li bejna me nehat xemla bajaran
Mizgîniya serpêhatiya dapîra min berbang e
Kela stranên me nav ewrên avis raketiye
Her dilekî we,
her eşqeke we,
bûne stûnên dîrokê
Gola hêviyan masî tê de distirên
aso Xeyidiye
Dema bajar demsalên çiyan li xwe dikin
Beravêtî dibin kaniyên deştên me
Baran bariya zozanên me şerm nekirin
Werzên teyrokan nemabûn
Her bi ser hêviyan de qamîş dişkandin

Ger kulîlk nekenin
Dê kî wekî Munzir û Zapê zanibe bikene?
Em li ber libikên tiriyan nakevin
Tiriyên me dibine mewîjên sersalê

Himehima me ji kîna zikreşan wêrektir bû
Bi rondikan destan nayên nivîsandin
Ma Cudî li ser kîjan çîrokên me dê bigirî
Agir dijwar e disojîne canê xweziyan
Tenê navê te Kurdiya me ye

Va ye em dengê eşqa hêrsdar dibihîzin
Careke din bi ser rûbarên xemên me de
dîrokê xwe verişand

Nexeyide ger em di nav kelegirîna kederan de dimînin
Ji me nexeyide ger zû bêriya te dikin
Şev sar e, nehatina te hîna sar dike havînê

Tûrikên hêviyê bişirîna we ye
Her li ser milê me ye
Ti caran cihê vegerê tune ye
We em jî kirine sîma şadiyê
Ger hatina we dereng be
Wê dayîk nema bikenin
Wê zarok nema yariyan bikin
Wê lîstokên dilên me bi tenê bimînin
Stirî kelem in, xatirên we lez dikin

Dereng nemînin, deşta Feraşînê li benda me ye
Bê we ax geş nabe, bextê welatê me dê reş bimîne
Em ê peyvên we bixwînin!!
peyvên we yên welatê me yê wêrek e

Serê seharê ye, lê mîna keleşê tariyê ye
Bi ken pêşwaziya we bi kulîlkên buharê re bikin
Bo peyv ji axa germ a hundirê me şerm bikin
Bawer bike me tu caran navên heskiriyên xwe
li ser bejna dara gûzê nenivîsandine
me tenê binya qalikên dara çinarê
xêz dikirin û keser pê de dikişandin

Dê çi bikin? Tenê navê te li ser bejna latan bû dîrok
Gelo çima ew qas em wêrek bûn?
Artêşan li dûv artêşan xwe rêz dikirin!
tu jî mîna gûzekê bû!
Comerd.... dipekî û dipekî!!

Lewre şkeftên me, lehengtiya te bêtirs dinivîsandin
ger rojek were û navê te bê jibîrkirin
Wê dara kizwanan bi morîkên xwe navê te bibîr bixe!

Ji dîrokê re bibêje: serkeftin dijî û nemiriye
jiyan li cem me ranaweste
Lewre dara gûzê du kenan nikare ji bîr bike!
Bê te hemû dar bênav in
Te reng da me, me jî navê te li xwe kir

Biaramî te bayê fênik da me
Me jî aramiya hezar salan jiya
Lê tu ji me ciwantir î



Carinan di kêlîkên bêbextiya çavên xwe de
Tenê em di nava bîranînên xwe de wê diteptipînin
Ma dara biyê dikare mîna me,
pişta xwe bide hênikayiya werzên we?
Na...Na!

Qalikek diçe ... yek tê
Tu caran winda nake dengê me!

Loma her ku demsalekê pişta xwe dide me
em tên bîra rêwî û karwanên rêdûr..
Şilêr dibe roman, dibe çîrok, dibe peyv
Me dihêre, radike ser piyan.

Ew tenê dikare eşqê vejîne
awirên hêvîdar di kêlîkên nedîtî de nefretê dike tiraf
dikare geş bike
rawestîne bayê bêriya aştiyek bedew

Agir dikare giyanekî bike ronahî
lê nikare bazan razîne
Hest mîna axê ne her şîn tên û bêmirin in!

Bê herikîna hêsiran em digirîn
Tenê awirên me xatir jev dixwazin
Wiha jî em ê bifirin ....
Wê pinpinîk vegerin geştê

Em fêr nebûne hestên xwe bikin bênder
Bikin diyariya bayê, ku bi xwe re birevîne
Hestên me bi peyalên zêrîn vedigerîne xweşiyê
Û...
zerya tîne semaya jiyanê

Em ê bilîzin, erê!
Bila keskesor xwe paye bike
Bi xeyd me pêşwazî bike

Wêneyên me yên xweşik xwedî bike
Em ê nebin mirovên ji tozê
Û tabloyên me ber ba herin
Evîna şîn a pişkivî dê geş bibe
Weke bejna çiyayan em ê bilind bibin
Mîna wê li ber xwe bidin

Xanîkên barên me ji heriya xakê ne
Hêviyên me weke bûkên baranê ne
li bendî barînê ne

Hevîrê me hişk nabe, axa me axeke sor e
Bi civata we şevên me dimizicin
govenda azadiyê li ser milê te li dar e

Dayîk dilîlînin
Çavji sînoran natirsin
têlan jî hîna serê xeyalên me koh nekirine
xêzik û mêzikên wan nikarin rêya me bibirin
Her em li ser kulava gundê xwe man
her kes henekê xwe bi hêlana me dikir
Rêbîwariya me ji wan re bûbû pêkenok
Lê me ji heriyê kiras hûnand
Li xwe kir û her keniyan!

Qelaçê bêxwedî sînga xwe ji me re vedikir
Seqem û serma di himêza wî de diçûn

Jora konê vedayî esmanê sayî bû
Lewma di girinijîna awirên stêrkan de
heyv û rojê "Ez Xelef im" xweş gerandin

Bîrhatinên xwe me ji devên çeka neyaran direvand
ma mirov ji lehengiya xwe şerm dike?!
Pîrozahiya rizgariyê li her derê radigihîne
Me bi rojan xewnên xwe hêraye
ava zelal ji eniya me dibariya
Pênûs û stran mistana armanca me bûn

Em dizanin çawa rastiyê bixemilînin
Xêliyê êş û derdan rêya xwe guhertiye
Potînên leşkeran şiverêyên me gez dikirin
Lê tîrêj nayên gezkirin

Porê konê me bi têlan qetandin
Xwestin dereng bixin hatina me
bêkes bimînin sosinên me
Lê nizanin em av in, em damara jînê ne
Em jî weke werzan, werz in

baran dibare ji asmanê Cîlo
Sûra Amedê bi xanîkên me şa dike
Zozanên xwe ji qeşabûna bûzê jî germtir dike
Me kefiyên kevrîn bi dilê xwe dakirine
Xizaniyê hîna nikare nebariyê têxe çavên me

Keziyên dayîkên me
Ji tîjên kezîqirmizî ne
Awazên solînên me li ba ne


Bazin û gerdenî qetandin
Solên ji qîrê; hevaltiya rêkên dûr dikir
Ji bîr kirin ku rengê vîna me Newroz e
Vejîna dilê me Çarê Nîsanê ye
Şadûman e...

Ji keskesorê nebûne
Ji kezeba dayîka dîrokê bûne
Nan û pîvazek têra hêviyeke me dikir!
Û ...
Hîna dike!


Beşa Çaremîn

Va tu hatî koçera Silêmaniyê
Mizgîniya agirê newroza çavên keçan î
Neviyên helmet û qurbanî bi te serbilind in
Va tu tê yî deşta hêviyên me tev didî
Kişwera azadiyê ji mirovahiyê re vedikî

Şalûlên Deşta Silêmaniyê bûn şahidên stêrka te
Gelo napalimê dikarîbû miradê enfalan bin ax bikira
Da qêrîna te bitepisanda?



Xêzikên tang û topan qehpikên tarîtiyê ne
Mezopotamiya bi te dibe welatê evîna xwedawendan

Gava tu bûyî agirê sibatê
Giyanê te aştiya hezarê salan e
Were û şad bike çavên sêwî
Ma em çi bikin, barê pênûsê giran e?
Bi agirê evînê, yarên welatê min vejîn dibin
Li ser zinaran, li ser latan
Li Heftenîna qehreman
Bilûrê melûdiya te belav dikir..



Erê koçerên eşqa bêdawî
Wisa em ê kari‎bi‎n bêrîki‎ri‎nên di‎jwar bi‎ni‎visîn‎in?
an jî tayê peyvan j‎i ku derê bi‎hûnin?!
Da kari‎bi‎n wê çîroka ku nehatiye gotin bi‎rêsin?

Em nehati‎ne ji‎bîrki‎ri‎n, çîrokên me winda nebûne
Ger hêza pênûsê nemîne, da bîne zi‎mên evîn‎a me,
Dê ev z‎inar, lat û çi‎ya behsa wan di‎lên me yên wêrek bi‎kin...
Em ê ne bi‎ tenê b‎in, dê Sîpan û Perwînê serî raki‎n
serhildêriya gulan vebêji‎n

Gulê‎n ku aw‎irên me ji xwe re ki‎r‎ibûn peyv û m‎isk
dê bi‎ ser her kerwanekî dabikin û bi‎lîlîni‎n
Em ê her li‎ hev bi‎geri‎n, em ê ne‎miri‎n û bi‎qîri‎n
her bi‎jîn û mîna qirax‎ên lêvên çeman bi‎ge‎rni‎ji‎n
Pelên tiriyên baxçeyê daleqandî dê neweşin

Ji ‎heyvê re bibê‎je:
Bila bayê bêrîki‎ri‎na me ji‎ bi‎lî van kavilan nebîne
ji tu kesî re behs neke...
Û...
mi‎nareyên mi‎zgeftan tewandî û şermok nehêle

bila navên me werin bîra helbestvanan
bila tenê ‎şopên me bikin rist

Dema her du can di nav xwînê de di‎qiçqi‎çîn,
Û di nav vîzevîza guleyan de di‎gevi‎zîn
çi‎ya fêr dikirin çawan ew jî li pey ‏bêhna me bin
Mîna em li‎ wan di‎geri‎n
Pi‎rsên me jî li qiraxên rêkan dihiştin...

Carinan me d‎igot: Belkî li‎ bajarekî te bi‎bîni‎n
Lê m‎ixab‎in, ç‎i bi‎ki‎m?!
Me tu ne li‎ vî warî, ne jî li‎ wî bajarî jî dît!
Li mlazaroka Medyayê me te dozî...

Çi‎ma xewa we nayê?!
Xewê ji‎ me re got: Çavên we bihêrs i‎n
Ma hûn ê çîroka çend hêsi‎ran biçînin?!
Û dengê çendan berz bikin?!
Hemû rûyên sorgulî efsaneyan di‎hûnin..

Çîroka te jî hîna di guh de deng vedide
ji‎ kovan û keseran re bes e
Kez‎iyên f‎incana qehweyê bi‎xem‎lîne!
Û...
li nav çeman mûman vêxîne!
Dîwarên zindana Amedê pêjna xweşewîstan dike

Ma nayê bîra te delala min
gelek caran
Pencereya zi‎ndana me veki‎rî di‎ma
Lê dema tu di‎hatî, g‎irtî bû?! Ç‎ima dereng d‎ihatî?!
Ew qas azadiyê dilê te revandibû?!!!

Ger tu hatî, xemgîn mebe bi‎la kîna te
"Zindana Îmraliyê em ê bişkînin"
bi‎bêje û hey bibêje...

s‎trana welatekî gi‎rî û di‎lekî ‏şew‎itî
Wê demê, bi‎ tîrêjên kazîwayê re dê pencere ji‎ mi‎n re bi‎bêje
Û di‎rêj behsa te bi‎ke..

Dê behsa mêvandariya te ya biheybet bi‎ke
Ji axê re vê çîroka xwînê û m‎ij bi‎bêj‎e
Ew çîrokên ‏firdayî dibihîze û dikirkire
Ser sînga me ‏dilebitîne û çav li agir dihêle

De şa bibe, bibêje û bi‎la dilê te aram be.
Xakeke delal e û hîna xwîna wê di‎kele
Carinan li paş‏ daran d‎ig‎irî, carinan jî bi‎ qîrînî dipeke
di‎ her du bîstikan de deng dide cîhanê

Em bêri‎ya dawetên xewnên xwe di‎ki‎n
Lewre qîmeta dawetan jî nemaye
Êdî xewn nema ji‎ dawetan hez di‎ki‎n
Bi vê darê ve me termê evîna rastiyê dal‎iqand,
Û hêvi‎ya çîrokeke xweşi‏‎k jê re ki‎r


Behsa di‎lê te yî bi‎çûk ji‎ ç‎iyê re d‎ik‎in
Behsa çavên te ji‎ axê re di‎kin
Behsa ti‎li‎yên te ji‎ darê re di‎ki‎n
Behsa bi‎lûra evîneke ‏şewi‎tî j‎i çûk‏
Şalûl û bi‎lbi‎lan re d‎ikin

‎pepûle behsa wê çîroka bedew di‎k‎in
Em n‎izani‎n, ne em dereng hati‎n warê te
Ne jî tu dereng hatî buhara m‎e?

Em dikelin weke dilêr, dojeh diheje
Evîna ji agir wek Cûdiyê Miradan te li bedena xwe pêça

Te jî nivişta rêya dûr bi sînga wê ve kir
Û...
hemû pîrozmendiya evîna welatê me yî pakî bêguneh vêxist...

Te Heftenîn kire agir, te agir kire agirê eşqê
Te poşmanî temirand, te di nîva dilê berfê de kevir kirin koz
Û canê te ji axa Başûrê serhildêr afiriye!

Dilê te yê pêldayî ber bi roja jîna me ve xuriya
Agir û destaneke hezê geş kir
Hilweşand gilokên destên zaliman
Û qirêja kînê....

Lewma pêta te vêketî ma
Û tîrêjên rojê xwe pê germ kirin

Qonaxa tarîtiyê derbas dike agirê te
Peyaleke ava azadiyê bi ser bêbextiya dijminan de dirijîne
Dilê te yê bêtirs û perwa paye kir qîrîna berxwedanê
Ne li Rojhelat, lê li ser sînga dayê,
Dibe ku nivîsandin romana Staran hêsan be,
lê ya herî giranbuha jîna azad e

Dê her zindî bin peyvên te
Çendîn ev dil dilekî hişbir e ku hemû serxweş li ber dinoşin!
Bi velerizîna êşên sibatê re, ronahî ji xwe şerm dike
Û li ber awazên elendê ritma pakrewanan lêdixe
evîna te agir gur hişt
Û li ser rûkê heyvokê pazdehê sibat neqişand
Xwestin ji hêviyên me darbestan çêkin
Lê ji fediya te darbestan dilê xwe şewitandin
li kevanên bêbextiya zordaran
gur ma agir.. her gur ma

Ji esman dengek hat:
"Em ne xwediyê binkeftinên sar û herifî ne.
Em ji agir gurtir in
Û
ji bêbextiyê xurtir in"


Beşa Pênçemîn

De koçerê!!
Vegerin zarok, zarokên bin konê bêrîvanan
Vegerin zarok, ne zarokekî sînema Amûdê
Vegerin zarok, ne zarokekî têrgiryayî
Û hîna bêriya hilma paxila dayîka xwe dike
Vegerin bibin axa buharê, axeke mistandî

Çi qas kevir bî tu yê dereng bikenî û bibî axeke şil
Bo her li ser em biçînin werzên xewn û xeyalên xweşik
Vegerin axeke şil, lê bê mistandin xweşikbûnên keçeke çiyayî
Bibin aveke aram
Bila kevirên reş bes bibarin
Nema bêriya wî şûrê tûj ê nav tiliyên wî dikin
Tûj e, carinan serê peyvên me jê dike
Û davêje newalên saw û tarî
Hestên me ji buhara peyvên we hez dikin
Hûn vedigerin zarok, zarokên axa welatê me yê spehî
Bi we re zaroktî dibe xwerist
Ava eşqa we şewqa jiyanê geş dike
Bi we re hêvî bibask dibin
Cîhan şev û rojên xwe xweş dike
Bi we re em ji dayîk dibin
Bi eşqa we re em dibin zarok

Zarokên Amedê destşkestî serhildanê dikin
Bi keviran vejîna hêviyan bale dikin
Em ew zarok in ên ku ji êşê lingên me dişewitin
Bibe zarokekî welatê me yê birîndar
Û bi zîpika payizê re bilez were jiyaneke nûhatî

Demjimêr qediya!
Em peyva dawiyê nebêjin
Kêlîk li kêleka peravan
Nenasên sêwî xwe dixin şûna gewdê şeveke lal.

Xatirxwestin ji peyvan şoreşek e
Û şoreşa tê dadan a peyvan e
Ji nişka ve em dilê xwe dajon ber bi şewata kuleke xemgîn ve
"Peyv" gewdê xwe diçine ji nava dilê me
Loman nekin ji veqetînê
Bi sedan bilbil ji gulan veqetiyan!

Em sêwiyên xewnên xwe ne, dilê me jî me bi tenê dihêle
Lewre destbirîn şirîn dibe!
Xwezî te kulmek xwêya sûr
Bi dilê me de dabikira û birîn bikewanda..
Ne bi peyvên bêdengiya te
Ya ku kêr li hestiyan da û helbesta me xwînî kir
Lê bi evîneke dirust...

Qendîlkên vê şeva dilê me ronî kir
Û kozên germ tîna germa bêrîkirinê diarîne
Ji goştê laşê me bipirs
Wê bibêje wateya peyvên me carinan bêpeyv in
Carinan şerm dikin, lê tu carî pîr nabin
Koçerê!!

Me li ser sînga Kobanê îro hevdu dît
Ava Feratê amadekariya dîdara hezkiriyê dike
Çiya ji me re konê hevdîtinê vedigire...
Ba xwe li bejna me dide
Hişyar dike....
Û dengê dilê me li zozanên wê dîlan dike!

Em veqetiyan! Lê ne çarenûs bû!!
Çarenûsa azadiyê em yekta kirin
Em in şêtên xaka zêrîn...
Koçerê!!
Me konê xwe li her derên welêt vegirt
Ji bilûra şivanan me newayên xweşiya cenga jînê gerand
Ew bû çîroka me

Heyv û roj di kêliyekê de gihiştin hev!!
Zayîna peyvan jî bêjinga geniman gerand
Em weke qereçiyên kolanên azadiyê
Li zêrên hebûna xwe geriyan

Koçera ber dilê dayîkan!
Dê xezal bê tirsa ji kuştinê biçêrin
Siya darên gûzê ji hemû deman dirêjtir e
Dê hênikaya xwe bi bayî re bişînin
Dê çav nema ji hev şerm bikin

Gava roja azad bejna xwe raxîne nav asoyên quncikan
Dê her demsal di nava axa xwe de bizê
Û hinavên jiyanê dawerêvin

Ji bêhna napalm û tangan dê damsal beravêtî nebin
Veqetîna hezar salan dê xwe bi tenê nehêle
Da di welatê dilê me de bextewerî bê tamkirin
Welatê bedew, Kurdisatana evîndar û bindestan
Bila di hîmê azadiya xwe de bikeyê
Û sawa şevên bêdawî me nexwin

Mîna vî welatî bigirîn û mîna wî bikenin
Gava zarokên wî pêxwas nemînin
Xewna me ew bû ji canê me destan bibarin
Çirûska vejîna zarokatiya nepenî bike
Xunava laşê me ji dilopên deryaya jînê ne
Tolhildan û veciniqîn e

Bêxem xwe berde û berde
Û vegera poşmaniyê meke
Gava mêbûn nav pîroziya çiyan xwe bişo
Bila peyv binoşin
ji qirêjiya hezarên salan xwe pak bike
Qirêjiya xwe ji axbûyînê derxistibûn
Şev û roj, li me hildiperikîn
Dikolin.. dikolin,
Axê bi wê dojehê dadikin
vemirînin agirê bişewat

Canê gulan û zarokan
Di berbanga sibê de bi rê dikevin,
Û kefiyên sorikî, gulgulî û rengîn,
Xezeba bahozan, tînin xwarê

Şa dibin xwedawendên axa giyanê me
ax dikare barê peyvan rake
şînahiya asmanê dilê te dilê xwe kiriye morî
Û rêka heca pîroz hilbijartiye

Ew tenê temendirêj in!
Moriyên ku di bin tava rojê de xwêdan nedan
Û bi zîpikê payîzê re pişta wan neşkest
Çi qas hêja ne..
çi qas bextewer in

Çêra gihayê şîn, li binê daran
Daweta azadiyê geş dike

Me destê xwe da bedewiya wê
Me maç kir û bi hilma westiyayî laşê xwe şûşt
Çavên me pir hêja ne, ku pîroziyên wê têr dîtin


Dayik e
Av e
Ax e
Kaniya dayîna jîn û vejînê ye
Ser sînga wê fêr bûne, ku jiyan ji mirinê xweştir e
Û mirin ji jiyanê dijwartir e!

Fêr bûne hestên xwe kedî bikin
Da bikin xwarina birçiyên azadiyê
Lewma ji me re digotin: Hûn bîrhatinên STIYAN dinivîsin!
Ma hûn neviyên kîjan STİYÊ ne?!


Em naxwazin hûn dînan şermezar bikin
dînên ji av û axê dikarin
Bedewiyê bibînin û bidin dîtin

Koçera me!! Ev çîroka te ye
Zayîna pişkivîna Kurdistanê ye

Vê bedewiyê ez dîn kirim
Û barê xilasiya destê wê da ser milê me
Dibe carinan em piçûk bin
Kenê me têra hewarên wê neke
Jana birînên wê ji qama me bilindtir e
Wiha ye hêjano!

Carinan helbestên me dereng tên serdanê
Wekî tiyên çavbeloq
Vedigerin bi ser rûpelan de
Ew bihêz e me ji xwe re hilibijart
Kirine dîlek û lalekî ku nikaribe raweste!

Kirine xezal ji bo şa bike axa wê
Û di oxira xwe de deh xezalan bizê

Niha jî tu hîna di gera xwe ya nêçîra xezalan de yî..
Ma çend xezal ji bo yî te di latan de wer bûne?
Tu ji bo çend xezalan ji bilindahiyên xwe hatî xwarê?!
Ma heskirina xezalên azad hêsan e?!
Xezal dikarin qurbana azadiya xwe bin
Heyv û roj ji rengê çermê wan dihesidin
De ji hesreta dîtineke tirsok
Peyvên şewitî nerijîne û vê çîrokê nekuje
Di kuştinê de wate tar û mar dibin

Carinan peyv li min kom dibin
Geh bêdeng in, geh di qada êrîşê de ne
Geh destvala li me vedigerin
Geh jî bi şûr û mertalan dibezin

Qet nayê bîra wan dilovaniya dilê me
Wisa diqîrin û tepa xwe li sîngê xwe didin

Stêrk li hev digerin û hev winda dikin
Windabûn dîdariyê tîne

Hewara me baranê tazî dike
hevdîtina me ya dawiyê binivîse
Xewnên ahînên xwe yên nîvkuştî
Bide nivîsandin û biguvêşe...

Çavên we nexapînok in
xezala baranê dibînin
Xezal barana demsala evîn û çiyan e
helbestên te dibin gîhayê şîn
Maçeke lêvên şilok her wextan davêje...
Tu qederê mîna destarê digerînî
Tu bi kenê vî welatî şa bûyî!
Xwe davêjî bextê memikên me yên zêrîn
Memikên şîrdayî, ax û esîmanê şîn

Çîrok nû dest pê dike, peyv wê nû bipişkivin
Hîna li wan deran, li gel wan warên nedîtî
Li xaka ku me lê kenê xwe dît,
Me êşên xwe lê nas kirin

Bigerin binasin
Zînên vî welatî gulî hine kirin
Ji deşt û newalan bangî hev dikirin
Têr maçî çiya kirin û têr nebûn,
Destên xwe dan axa wê ya sor û têr nebûn..
Ên mîna te li ser dilê rastê yê eşqê mezin bûn
Ma evîndariya xelazan li welatê min hêsan e?
De bihêle baran hûrik...
hûrik bibare...

Dilop nabin kevir
Û siya berbangê nakujin
Bihêle em ji te têr bibin
Dilê me dibije azadiya te
Mîna neqşên wêneya dawiyê
Bihêle em bibin av û li te ranewestin

ji bin lat û zinaran biherike
bibe ba û di nav porê me re derbas bibe
da ku guliyên xwe li ber bejna te hine bike

Zincîr nikare canê xifşan biêşîne
Bila tu çiyayê yekem bî
Û em spehî û azadiya te binoşin

Helbestên me agir bi zindanan dixin
Gur dibe...
Dihelîne sitemê

Em nikarin kolika peyvên xwe
Di nav xewnê spehîtiya destê te de nehûnin
nebedew bin.. nenazdar bin
tu dizanî em ava çemê te ne
herikîna dawîn in
Ji xwe tu neviya heyvê yî...
Em jî neviyên rojê ne!

Dê helbestên me di bin tava heyv
Û şewata rojê de xwe bişon
Ger asman ji helbesta me tûre bibe,
Em ê nebin Leyla û Mecnûn
Em ê di rojê de mîna temenê salekê bigihin hev
Û helbestan bidêrin
Mîna hevdîtina kêliya desptêkê
Tu yê careke din destpêka buharê neqş bikî
Gerdûn û xakê em ê bi hev re bidin jiyîn
Tûre nebe ji firehbûna dilê me
Em ê perçeyê Kurdistanê bin
Û tu yê neviya zemîn û jiyanê bî


Nebêjin: Jin ji pelan in û zû diweşin
Jin gava dibe tu, dibe ax!
Û zemîna her tiştî
Gava ax diza û qolincên xwe bi serbestî didan
Gelek bêbextan nalet lê tanîn
Roviyan Rojhilata Navîn gêre kirin
Jiyan reş û spî kirin..

Lewre nizanîbûn çi ye hilma axê, giyanê avê?
Zû bawer kirin Şirîn û Zînê li vî welatî mirine
Û Bekoyan firavîn bi xweşî xwarin..
Gava wan Şirîn û Zînê nas nekirin
Me pir nifir li wan kir

Vêca, tu rêwiya dilê me yî
Û barê zemînê her radikî

Tu hez dikî û rengan tîj dikî
Tu dikarî nêviyê dûr nêzîk bikî
Em jî mîna te fir didin
Çemê hestan ji bêrîkirinê namiçiqin!
Em jin in... bargiran in
Tûrikê me gerdûn e...
dilê me xaçerêkên xwedawendan e...
Ey dîrok ji bîr meke;
Meyeyên me nalûsin...
Wê qet nelûsin...


Beşa Şeşemîn

Erê... koçerên şeng!!
Nisêbîna me disoje, warê Omeriyan dinale
Derdê me guleya kilêşê dizane
li ber dengê topan, li kêleka kaniya Spî
bayê pelên daran li hestên me dida
Li kêleka vê kaniya xemgîn
Li ser vê axê
bêdengiya welatekî heye
qama çiyan, şanaziya daran govan in

Em dikarin silavekê rê bikin
Ew çend roj bûn kevokan ji me re digot:
Mizgînî bi bayê lezgîn re tê
Wê were...
wê bi şînahiya asman û mêbûna axê re were
Wê roj bixwe were...
Bi rengê welatê evîndarên rojê
Bi hestên zarokan wê were
Gav bi gav
Wê were û
maçî sirûda vê axa pîroz bike
Wê were û tuxûbên awirên xwekuj bişikîne

Di kêliyekê de em ê hev bibînin
Em tirsiyan bibînin
û windakirin; me bikuje

Rêwîtiya welatekî tiyê azadiyê berdewam kir
Di çend kêlîkên biçûk de çavên me tu winda kirî
Lê xakê bêhna te winda nekir
Avaşînê xwest te li ser sînga xwe biherikîne
Awir hev winda dikin, lê tu carî rastî nayê winda kirin
bê te nabe, roja me tu yî
Welatê xwedawendên zindî
Dirêse helbestên berxwedêr
Dibin gotinin ji êgir
Û bi êşan re tê şûştin

Mezinahiya van çiyayan tu yî
Dilên biçûk mezin dikî
Gulistan bi te rengîn in
welatê me spî û sor e
hîna li benda hatina buharê ye
Wekî her demsalê sema bikin
Û rengê spî bibişkive

Spî tê, tariyê diçirîne
Pêxwas pîroz dibin

Kê gotiye li kurdistanê temenê evînê
mîna pekîna zîpikan e?
Dibare... dibare... û dipeke!

Kê gotiye rêwîtiya me mîna temenê buharê ye?
ên gotine nejiyîne, kor mane!!
Hey koçera bisaw!!
Doh darên Helebçayê şewitandin
îro birînên Şengala me vebûn
Hestên me ji rêwîtiya helbestê vegeriyane
Ne xewa me tê, ne ya peyvan
katjimêr çend e?

Tenê çikçika dilê xwe dibihîzin
Li jor balandeyên bêwext û tirsonek
Guleyên mirinê avêtin û avêtin...
Nobil werdigirtin û şanaz bûn!!

Li her derê agir dibarandin
asman reş bû
ax hişk bû
Qendîl birîndar bû...
(Wedatê) min jî lehengiya xwe di nav napalmê de
Deng dida...
Diteyisand!!

Bezî û negiha xewliya avê jî vexwe
Henase fetisîn berî bezîna xelasiyê
Ma xewliya zuha jî bêbextî kir û keniya?
Erê, keniya, lê şeş cergên welatekî azad bin ax kir
Û çavên qehremanan xiste xeweke bêdengiyê
Li wê erdê kaxezên spî bitenê man....

Napalmê rê neda peyvên bêhempa bên nivîsandin
Û qelem bi tenê ma
Her şeşan, guneh nekiribûn
Zinar, gul, kulîlkan çi guneh kiribûn?

De mêze bikin delalê...
birîndar e ev welat!
Me dît... Bi her du çavan me dît
a me dît... me bihîst jî


hûn nebînin.. Nebihîzin

Asman hişîn bû
Şaxên darên kizwanan ji berfa spî giran bûbûn
Kundekî di kuna wê darê de dixwend
Çi dixwend? Dê çi bibarîne bi ser me de?
Kewa pepûk li wir çi dike?
Pepûk
Pepûk
Dê xweliya germ bi serê kê dabike?
Haya teyrik û çûkan ji tiştekî tûne bû
Pey zikê xwe yê birçî ketine
Çi bûye? Ma dê çi biqewime?
Dilên me mîna yên çûkan
Bi ser hev de hatine guvaştin
Lê didin mîna ku bixwazin ji sîngên me werin der
Ne me karîbû dengê dilên xwe rawestînin,
Ne jî çûkan bilûsînin,
Ne jî ew pepûka pepûk bixeniqînin

Çemê paş me aram diherikî
Bêxem, bêdeng diqîriya
Cara yekem bû ji peyvên avê tênedigihiştin
Ji hilma axê em tirsiyan
Ji nişka ve asman û zemîn navê xwe winda kir
Asman bû qada ejdehayên çavsor


Koçerê...
tu dizanî!
Hîna axa welatê me sor e
Îro baran dibare, dilop dilop tê xwarê,
Dengê tipetipê li ser naylona "manga" me...
Derve tarî ye, ewrên reş stêrkan dadqurtînin
carinan bayekî payîzan me xemgîn dike
Pêşwaziya zivstaneke nû dike
Bi kirasê spî û bêdengiya
Şewata berfeke qerisî...

Hêlîna tilûran bin ahenga herifîna hêlîna eşqê
Û xezeba volkanekî dilorîne
sivorî di zikê darên berwan de seyr mane
Bîna axê bejna pungê kaniyan dipelîne
Careke din kizwana kesk û zer dilop dilop diweşîne
Û xatirê kulan ji bafirokan dixwaze...

Pêjna bahoz û bageran ji bejna bakurê birîndar e
Bakurê axa sor, axa lingên bazên rojhilat e
Çendîn belek in janên berjêrî hîman
remdan kirin çeqelên şevên mijokî
şopa lingên şeydayê buharê dipele
Dipijin peyvên bayê sergêjên rêkên dûr
Gêj dikin ba, dibin civan


Geh gilover digirîn, geh jî şewitî
Geh di bin xezeba firok û tangan de
Ji tirsa pêjna hawanan dihebitin
Bi şaxên daran ve û di kêlîkê de ji bîr kirin
Kîjan buhar jiyan û kîjan payîz?

Geh navên xwe, geh sîsikên xwe,
Geh jî qamdayîna xwe...
Jibîrkirin jî bêzar dimîne ji bîr bike
Baran e....
Carinan aram carinan lezgîn e
Tîne bîra stêrkan pêlên wê deryayê
Deryaya ku pîroz nekiriye mêvanên xwe

Ji asman anî xwarê
Û bi çend henaseyên nemerdiyê dikeve
Nimêja bangewaziya fetisîna wî mêvanî
Hîna hewl dide, hîn hewl dide...

Bobelata sor e, penç davêje ser rûkê baranê
Pê li gaziya çend canê derwêş dike,
Têr nabe ji pakgiyanên liviyayî
Hîna civaniya parzemîna termê çîrokan dike

Okyanos têra xewnên gulan nakin
Ji bîna wê lavayê, qurimîne
Û bendewarê zayîneke nû ne...

Erdhejê janê sînga vê axê berbangekê sar dike
Awirê rastiyeke çemandî bin baskê pepûleya siyem
Tuxmê vê dayîkê ranazên her serî radikin û zîl didin
Bala xwe davêjin vîna rûmeta bilindahiyên serberziyê

Lat û zinar diparêzin bilindahiyên kurdewarî
Û ser belgeya her gulekê neqişekê datînin

Kesk û sorbûna çelengan
Lal nahêle axa sor!!
Jinên pakrewan diçin û paş xwe mêze nakin
Bihuşt e û bihuşta janên mirovahiyê ye
Ew axa dayîkê ye
Bi qasî bedewiya biskên wê
Ew qas şîniya bedewiya xwe dikelişîne...
Di nav herikîna fermanên felaketa Zerdeştan
bin tang û topan gundên me jî serî radikin
Û bêbextiyên wan, çawa qêrîna xwe digihînin asîman?

Jina vê axê evîna jiyanê ye
Asman kêm dimîne
Ji çend dilopan û çend kunên laşên vê axê pê ve
Ahenga evînê li dar dikeve

Deng û reng tevlî zayîna nûxwezayê dibin
Pîroz dikin, Kevana Zêrîn geş dikin
Vedigerînin kirasê bedewiyê
Ev e welatê me, ji mêbûnê afiriye
Winda nekiriye nasnemeya şaristaniya xwe
Li her lûtikeyên dibarîne berf û baran
Bilindahiya me her berf e
Mîna bejna Aararatê dibarîne gulolîkên berfê
Dixepêre nava revîna xemên karwanan
Her bedewiyan
Ji bo tîna tava rojê vegere
Û...
pirpirîk dest bi semaya jiyana heft hezar sal dikin
Erê ne qalikên peyvê mane, ne jî rûtbûna rastiyan
Her welatê me welatê axa azad e...

Welatê rojê geş e!
Di bin konê koçeriya dilê me de
Xemên penaber dinalin
Delalê!!

Hestên me konên xwe
Li ser serê Çarçêla û Ava Zê danîne
Ji Avaşîn re merqeda hêviyan disepîne
dilopên dengê dilê me herikîn
Çeman ji xemên welatê me şiverêkên me şîn kirin
Barê tûrikê me yê koçerî giran bû delalê!!

Weke tava heyva çavên te li serê Cûdiyê Miradan
Şewqa evînê herikand ser xemên dilên mişixtan
Kenê te weke bêhna nanê tenûrê fûriya
Me jî pêşwaziya we kir...

li dadgeha jînê her hestên me keniyan
Serpêhatiyên keçên koçeran li keviyên kaniyan,
Ketin cezbeya eşqa xwedawenda dayîkê...

Em bûn dîlberên gerok
Û konê me li ser hêviyên azad vegirtî man
Havîna me qerisî û sar dikeniya
Zivstana me li ser bedena konê delala dil
tûzik kesk kir...

Deşta me wekî tûzika Kanî Gûzê ma
Bêhna pûnga welatê egîdan
Bêhna evîna asîmanê şîn belav kir

hilma nanê sêlê li ser gora Lawikê Xerîb
Xirbeyên ser destên me,
konê xwe li dora Sînga kîna wan vegirt
Û...
nema xema mirinê kirin

Di bêdengiyê de dilê dayîkan vezilî
Staran hebûna evîna dilê cengê ye
Weke xwe man stranên me
Ji xwe spehîtir, ji xwe mezintir,
Û bi qasî xwe biçûk û nazdartir

ji xweşikiya me kolanan xwe rût kir
Bi cezba eşqa çiyayan ketin...

De bêjinga xwe bigerîne koçera dilê dayîkan
De bigere û em ê konê xwe vegirin
Keziyên hinekirî ji xemên zarokan
Em ê li bejin û bala kewan bigerînin û bigerînin

Biniya warên civaniya me yên bendewar
Bi qasî buharên fetisî û xemên westiyayî
Ji rakirina barên berbangên bilindahiyan
Ji xwe nema tê
Xwe hiltavêje gerdena spî a çoleke zuhabûyî
Û gerdelûlên qederên xwe avêtî biniya deryayê


Beşa Heftemîn

Bêrîtana koçeran serî radike
Bûye xwazgîniya hemû bûk û zavayan
Bêrîtan kofiya xweşiyê li dilan digerîne
Vezilandina ser axa dilê bav û kalan dike

Çi tişt ji axê pîroztir tune ye
Jiyan tê de namire û xweşî her berdewam e
Ji hestên delal xatir xwestin
De koçera me serî rake
Û
bila dayîka Bêrtanan bikene
Bila kon vegere civaniya dilê me
ji kulîlkên buharê re Bêrîtana me xwe bihejîne
Silavê bide bejna Şîlana welatê evînê
Îro xemgînî lêbûrîna xwe dixwaze
Ji hebûna kîna xwe
Mîna bênderan bêjnê ditewîne
Gerîlaya me di nêv newalan de dibîne
Gazî bajarê evînê dike
Dêrika Hemko ji Ava Mezin re bi gorî dike

Nûdaya me ji gulhinarê şengtir e
Bikene Koçera welatê eşqa rojê
jîna me bi evîna xwe geş bike

Dansê bike Saryaya gula zer a Çiyayê Agirî û Çarçêla
Kaxezên spî ne, li ser rêsa konê helbesta me ne
Ne xatûn in hûn, ne Leyla û Macnûn in
Heyranokên dayîka me li ser dergûşa evînê ne
Birîndar e konê me û dermanê wê strana we ye
Kêliyê şeverojê ne, termê peyvan dixirikînin
Diqetîne kirasê şevên tarî
Diponijin êşên me bi ser berbangê de
Lêgerîna deryayên bêsînor xwe hilavêtin bextê me

awirên we çîçek kirin pelên keskahiya xwe
Digirnijîne hezkeran
Rê dide mêşên hingiv kom bikin gulavê



Hesreta hevdîtina me
welatê me distirîne
û
bi kenê te şewata şevên westiyayî dişkîne


Beşa Heştemîn

Delîlaya dilber melûdiyên zinarên asê dibêje
Koviya dilê çiyayê Medya û Agirî
Dilê te ji qeşayê germtir e, ji havînê hêniktir e
Ne hunermenda nêçîra hestên weşiyayî ye
Ji rêkên dûr û tirsê, wêrekiya me hat strandin
Li bejin û bala te hat buhara welatê me

Dilovaniya te ji rengê azadiyê hatiye hûnandin
Di qadên cengê de sînga fireh warê Feraşînê geş kir
Dîrok pesnê xwe bi dengê te dide
Li dilê me nayên cil û bergên derewan


Guliyên hinekirî li ser milan
Tu dilnizim î
Tu mezin î...

Xunavê xwe li pela gulên te kire mêvan
Te ew pêşwazî kir
Ji fediyan serê xwe li ber te xwar kir

Di xweşiyê de gulazera deştê
Di dilê mirov de hebû
Dilbera me jinek bû, hemû xweşikbûn kom kiribû
Di hizrê Mem û Zînê de heliyan hêvî
Tu keça Dêrsimê, Botanê, Mehabadê, Hewlêr, Qamişlo
Çi bêjin?
stranên te semaya evînê heland
dê dengê te çend konan vegire
Û
welatê evînê di daweta azadiyê de bireqisîne?

Her binefşokek dixwaze ya te be dilê
tîrêjên rêsayî dixwazin yên keziyên te bin
rengê dilê te şîn e!

Avaşînê pesinê te dide
Matmayî dibêje:
Ev çi bedewiya neqişkirî ye?
helbest û stranên hingivîn....
Dilê kulîkan dibije kenê wê
Û xemgînî diperte ji kerba xweşikbûna wê

Dahola cengê te lê dida
Û
Kilêşa reş li ser mil dilîland...

Canê....
Îro tu bûyîna "roniya reşka çavê me"
Kenê te xweşikbûn û azadiya welatan e,
herikîna çeman e

Meryema xezala koviya axa jînê!!
Rîhana ber keviyê çemê jînê!!
Ji te re rîhan Cûdiyê Miradan
Ma kî dikare ji axê tore bibe...
Û
piştê bide konê di kêliya rengê axê de şîn bû?

Kêliya em û çiyayan li bin dilopên hûrik keniyan
Îskaneyeke şeraba kamiranî bide Arasê keseran
Serxweş bike reşmalên eniya Kurdistanê
Bayê kîjan bêrîkirinê xwe dizivirîne?
Ji nava kelînên sar xwêhdanek e...
Ji Çarçêla didize temenê kêliyên zaroktiya nepenî
Û tenahiya di nav henaseyên xwe de
helbestên li xwe geriyayî da zayîn
xwe ser axa şil a dilê bêtuxûb dît
Em ji pirsan pirsa bersivan nakin
Bersiv di bêdengiya xwe de vedişêre bersivan!!!

Gelek deman em gerîn li şehê keziyan
Bajar xilmaş bûn û pişta xwe dan rextê me

Ma ji avê pê ve kî dikare ma ragire?
Ji bêhna vê axê pê ve kî dikare bibêje
Tama sorî qehweyî çi ye?
Ji bilî çiyayan kî dikare bilindbûna dilê te bibêje?
Keybanûya me?!!
zanibe hîn helbest hene
nehatine nîvisandin li benda buharê mane?
Ma tu nizanî "buhar li benda te ye"
Rastî carinan dibe pêkenok, dibe dîwar
Lê rastî rastî ye û jê xweştir tune ye

ên mîna me tenê dizanin
Barê koçeran çi qas giran e!!
Çi qas rojçûyîna ava bêreng giran e!

Bibe jîna axê
Bo her zindî bimîne welatê hêviyên hestan
Biherikîne mêbûnê, wê peyv ji dilê me tore nebin

Kî diwêre dilê koçeran bidize
Û diyarî welatê heyvê bike?
Kî?!!
Bila nefetisin peyvên azad
Ji kefî û paçikan merqed nema bi kêr tên
Ma em konê xwe li ser deryayê vegirin?!!
an li nav keziyên hinekirî yê Dicle û Ferat?

Deşta Heranê bêbîn namîne
Helbestên me bîna qedexeyan li xwe nagerînin
Lê di herikîna rengan de em diherikin
Û jiyan bi me re dikene

Gava dil ji jînê tore dibe, nema helbestan rêz dike
Û xweliya germ bi serê wê dadibe
Ma bi xweliyê çend goristan ji helbestê re çêdibin?
Helbest nabe gorsitana lehengan, nabe ya peyvan
Ser axeke sor ji te re em dilê xwe naguvêşin
Îro ax şîn e
Û
ji asman diziye bedewiya xwe

Em jî xweşikiya wê dikin bêhna giyayê şîn
ê deşta peyvên me û ji te re rê dikin
Nema dibêjin biparêze tûrikê xewnên me li zinaran
Êdî em bi xwe hatin gel dilê xwe,
Û dikarin ne tenê yê xwe bin


Te jî helbestên şîn himbêz bike
Tu tenê dikarî bayê kêliyekê ji kêliyên buhuştîn
Têxe ser rûpelên lênûsa giyanê xwe
Pê de neke perdeyên spî
Pêwîstî nemaye em pey spîbûnê bikevin
Me ji bîr kiribû ku em spîbûn bi xwe ne
Çima em ew qas lê geriyan?
Û gava me dît ku em ew in,
Wê kêlîkê em girnijîn...

germahiya havînê em qefilandin
Navê wê kêliyek dilopên baranê bû
Bikene û keziyên xwe ji himbêza tuxûban re veke
Û bazde,
Bazde
ji dil bazde

Sobeya daran gur neke
agirê bêrîkirinê jê geştir e
Bi destê helbestên me negire
Em bêkêl in!!!!
Sermedî ne!!!

Em dibezin helbestê didin jînkirin
Zindanan diherifînin
Ev kêlî bû, ew perpirîk firîn

Em li ser baskên xwe kirin
Û
Li her çar terefên dinyayê gerand!

Pê re bezîn semaya heftan
Lê paş çiyan semaya heştan hebû

zor e ger dil neyê guvaştin
dilopên azad bêsînor in!
Carinan em naxwazin têbigihêjin
Peyvên te ser kîjan axan dixwazin xwe derbirînin?
Têdigihin, kela girî dikeve qirika me,
êşeke cuda çêdike!!

Destûrê ji te dixwazin
Em ê çend rondikên zuha bibarînin
Çima em dixwazin bibarin?
Hebitiye kenê me!

Seyra hest dixwaze li ser neynika eniya te nexşan bike
Hawara Xatûna Zembîlfiroş ji nava lepan derxîne
Bike diyariya wan demên xweşiyê
Koçera konê koçeran!! raxîne kulavê derdên me

Bila keziyên te bibêjin: “Ez maf im”
bi ava bexteweriyê dilê xwe bişo
Eger hate şûştin, neguvêşe
Bila dilopên peyvên me biwerêvin
Wê peyvên me bibin karwan
Û li welatê koçeran bigerin
Şivan dê bilûrên li bixînin,
Û dîlana azadiyê li dar bikeve

Gava peyv bi avên şîn neyên şûştin nabin helbest
Û di hestên mirovan de cih nagrin
Tu jî wê ahengê dixwazî
Çiya dixwînin û ji te dipirsin:
Gelo çend rojên temenê me wê têrê bikin?

Xuya ye ne temenê me,
Ne jî ev dem û dewran têra te dikin!
Şoreşa te dirêj e
Û em jî bilez tevlî dibin...
Wiha em xewnan dighînin xweşiya rastiyê
Ev car kofiya te dikeniya
Û bayê dilê te dinivîsand!!

Tenê sînga te li Botanê mabû
Besta û Gabarê govend digerandin
Govenda serfiraziyê..

Xêza te Kurmancî ye,
strana te li konê koçeran vedeng e?
bilûra xwezaya tu lê dide
diweşînî pelên hişk û dibişkivînî kulîlk


Gava sînga berfa spî berê xwe da cenga peyvan
Neyar ji te bitirs bû
Ji me re rê bike, helbestên çelengiya xwe

Koçera deşta Wanê û Serhedan!!
çavên xilmaşbûyî nabînin firîna me
Pênc hezar sal bi te re axifîn heyv û roj
Pênc hezar sal bi te re nivîsandin destan
Mehan ji xwe şerm kir

Her kêlî me xwe bi tîna te dişûşt
Xwe weke te xweşik dikir û dixemiland....


Em ji tembûra rojê ji dayik bûne
Weke têlên zirav deng dibin
Nema dizanin serxweşbûna azadiyê bê te çawa ye!!

Mîna qehwebûna her du çavên te
Me welatek ji rengê qehweyî ava kir

Çiya bi heybet in winda nakin rûmeta xwe
Nikarin bi hatina buharekê ji heriyê bixapînin xwezayê
Gava herî raneke dengê xwezayê,
Çi wateya qehwebûnê dimîne?

Va ye, tu ji rengê heyvê germahiya rojê dikî diyarî
Bendewarî zor e heval!!!
Dizanin niha tu di xewa azadiyê de yî,
Û bendewara hatina me yî
Mizgîniya hêviyê didin te û bibêjin:
Êdî zarok dikenin
Nema dayîk digirîn
Ax nema dişewite
Av mîna xweşikbûna çavên te diberiqe

Em ê mîna hemû çirikan xwe nevêjin bextê dîwarên hesinî
Û genimê nekutayî bidêrin
Em ê ne zarokin çavbirçî bin
Wê giyanên me aşopên pak bixwin
Ev car dê buhar benda dîtina çavên me be
Em jî bendewarên dîtina hev bin
Em ê bîna azadiyê diyarî hev bikin
Û bijîn....
Gava kenê te ji bilindahiyan neşikestî tê xwarê,
çavên te ji bo bêrîkirinê dikelin
Tenê pelên dilê te dikarin bêhna xwe rê bikin
Bigihînin me û bigerîne....

Kenên xwe yên kovî ji bîr nakin
Bendewarê destên me be
Em dê werin û porê te şeh bikin,
Keziyên te bihûnin,

Ji rengê Avaşîn kitanekê li eniya te girê bidin
Û
Pev re bikenin...
helbestên yaran ji axê re bibêjin...

Hestên me demsalên bêhûde li xwe dipêçin
ramanên pêxwas li xwe nakin
Ji ber çîrokên me yên veşartî
Buhar û havîn ji me xeyidîne

Dilên piçûk her li yariyên jiyaneke bextewar digerin
Li nav şeqamên rûqetiyayî
Zivistanên çolên sar bêdeng in
Dixeniqîne rondikên şahiyê
Pêwîst nake pirtûk çîrokan rêz bikin
çîrok zindanan diçirîne

Di hemû dîmenên zuha û bêreng de
Ser rûkên her dayîkekê
Hin zarok zindî ne û li yariya xeyalên xwe digerin

Hesp hilma buhiştê dizanin
Hesp bo azadiyê dibezin
Ew tama giya dizanin..

Ji bo dilê me venemire
Bo her azad bijîn
Em mîna hespên kihêl bi çol û çiyayan ketin
Hêviyên me ne ba ne, geh sar in, geh germ in
Hêviyên me ne av in bê vexwarin, bibe xwêhdan
Hêviyên me ne peyv in li ser kaxezan ku bişewitin
Gava av aram biherike, hesp bêtirs vedixwin û dilxweş dibin

Av dipilpile, çavên hespan xweşik dike
Dilê me dikare wêneyê hezar salan bide guhertin
Em in ên ku li welatê xweşikbûnê geriyane
bi sedan car li kêleka çeman canên xwe şûştine

Meyên xwedawendan tenê dikarin
Avên çemên westiyayî û rawestiyayî biherikînin
Ew dikarin bibin jîn û jiyan

Di vê gerdûna kelandî de
nezan bêbext in
Em jî bextê te ne
Û em ê bextê jiyanê bidin afirandin

Em jiyanê di windabûna rengan de venaşêrin!
Em li cihê ku jê hatibûn birîn li xwe geriyan û
Li van çiyayan me xwe dîtine

Ger em windayî bin wê cihê we li ku derê be?!
Ger xweşikbûnên me hatibin dizîn,
Ma wê çi wateya canê me hebe?!


Welatê zindiyên bêguneh
Xemên te em nanivîsin
Xemên xwêhdana gerîlayekê,
Ji biniya axên germ derketî
Bikin peyv û çîrokên te yên ku hîna
Li tam û rengên wan digerin

Dibe ku janên te jî mîna yên helbestên me be
Û serberz bin, digerin li warê rastiya xwe
Dibe jî mîna peyvên me yên sermedî
Her şevê deh caran ji xew hişyar û şehîd bibin

Serpêhatiyên warê xwe
Di bîrhatinên xwe yên veşartî de dibînin
Belkî karibin wî agirî careke din vêxin
Hin serkeftinên muhteşem bi dest bixin

Bila her kes bibêje: Ma ev çi lehî ye?
Em ê newestin, rêwîtiya hezar salan bidomînin

Bê ku piyên me bibêjin: Ax
Hemû werzan tev bidin û axê tevlî hev bikin
Rengan di nav rengan de winda bikin
Ta em karibin rengê axa dilê te bînin der

Şahiya hemû demên zarokatiya xwe vegerînin,
Careke din mîna serxweşiya kenê xwe bilind hilfirin
Asmanê te yê şehîd zindî bikin
Carinan bi xeman bikolin wê çîrokê
Carinan jî bi hêviyên ku çi kesî himêz nekiriye
Bixepêrin hestên te
Bo karibin vegerînin rengê buharê û kalê serê salê

Em ê ne mîna bêdengiya te bikenin
Û ne mîna kenê te bigirîn
Mîna xwe û wê zarokatiya xembar
A têr nebû ji xewa nav şevan bimînin

Deşteke ji xecxecokan tijî bêrîkirinan em ê bigerin
Lê wekî xwe û wekî eşqa we
Wekî wê ya çav bendewar,
A nedikarî mîna me dîn bibe,
Û bikene ji berfa pilûr re

We dizanîbû çawa berfa sar germ bikin
Çawa sor bikin
Û rengên wê yên sar û zuha
Biguherînin havîneke avherikî, hênik...

We dikarî hunera pelgeyên zer biweşînin
Tabloya şoreşan jê bafirînin
Lewre we tenê hunandina tabloyên buharê
Ji bîr nekiriye
Jibîrkirin wêneyan dikuje

Çi qasî janên vê axê kûr bin
Ew qas tiliyên pênûsê dirêj dibin
Û rêwîtiyên rêyê tijî stirî dest pê dike

Te nedîtiye dayîk çawa digirîn
Gava dayîk digirîn hemû bejn digirîn
Wê gavê nav li êşê nayê kirin

Bihêle her şivekî guleyên te li ber ba biçe
Azad here û were
Peyvên xwe hişk neke
Bêdengiya te dê çîrokên şervanên azadiyê raxîne
Tu bahoz î
Bila carinan bêdengiya te qêrîna welatê me be
Her awirên me man yên zarokan
Û dilê me yê mezinan e
Gul in hestên vê şevê yan jî kul in
Ger gul be ew gul tu yî
Ger jî kul be ew kul jî ya meşa me ye

A wan bîranînên bêdawî ne
Wan bîranînên pîroz ên Kurdistaneke bedew in
Me çend kulmê kulên vê axê xwarine?

Bêrûbar, bê dîmenên buharê
Ger ax şirîn be, dê veqetîn jî tal nemîne
Wisa ye em di nav şirînahiya xatirxwestin rêkan de dijîn
tama talbûna axê dikin
Me ji dûr ve dît, bala me kişand
Ser zinarekî mezin rûniştibû
Carinan qîr dikir, carinan hawar
Carinan bêdeng daxivî

Zimanê xwe li kîjan waran hêliştibû?
Dilê wî ji bo çi lê dida?
Pirs pey pirsan dikeniyan û digiryan
Nav tayê porê wê
Çima destê xwe hêliştibû nav ava sar û germ
Û giyanê xwe diyarî buhareke xemgîn dikir

bêriya girnijîneke hevaltî dikir
Zarokên xeyalên wê, çima çûn?
Çima xatir xwestin?
Çima pêlên awirên asman ew birin?
Lê dilopeke awiran,
Û gijlokên stêrkan dipekîn ser destên te

Bihêle bila bi hezaran çemên kesk, sor û zer
Biherikin nav canê te yê zarokîn
Û xwezî keskesor bibin stêrkên rojên te
Hîna dilê te li rengê wê wêneyê digere
Tu di nava kîjan rengan de winda bûyî
Difire, diçe, dûr dûûûûûûrr?
Ma firîna te ew qas har e
Ew qas şêt diçe kîjan bilindahiyan?
Û...
careke din vedigeî...

Keviran bi ser çend cangoriyan de wer bike
Ditirsin ji firîna te, firîna te kuştina wan e
Firîna te dilê wan dixe zindanê

Kengî pêwîst e tu bitirsî?
Gava firîna te bilidahiyan derbas neke,
negihe asman, neghe tîna rojê
Gava kevirên giran baskên te giran bikin
Bo nefirî


Beşa Nehemîn

Koçerên rêçên bêdawî...
Şal û şap li bejin û bala we tê
Hûn ji kulîlkên bedew re xewnên welatekî azad in
Bila dilê we şad be!
Roja li jorahiyan hênik in hûn
her winda nake hestên bendewar

Em ê şermezarê mirineke bêdeng û sar bin
Gelek zor e jiyan di kuna mirinê de derbas bibe
Gelek zor e mirin serê jiyanê bikelîne
Û nede tama wê

Gelek zor e dil û awir bê dengvedan
Bê girtin û ji nişka ve winda bibin
Em dikarin dilê we tîştîşî bikin
Ji rengê keziyên we yên şehîd
û spehîbûna biskên we
Çîvanok nema li ser defteran tê nivîsandin

Quncik nikarin eşqa we binixumînin
Netirsonek in, hûn keroşkên kovî ne...
Hîpatiya şarazayiyê ne, we tirs şkandiye
Qehremantiya we zindî maye

Hûn li vir in, koçerên her warî ne!
Ji paş şkêran in, zêrevanên qadê ne
pê li mijûlankê neqişandî nakin
Bi we em ketin rê
Dixwazin fêr bibin buharên hêviyan bibişkivînin
bendewarên bayê hênik ên paş çiyayan
Serxweş bibin venegerin ji nav wan qadên hêrs
Kenên we yên di rojên zor û zehmet de
Şevên hevaltiyê geş bikin
Çi qas şev bi we şad bûn
nobedarên dengê û dîtina we bûn

Bêwestandin her paye bûn
Rengên hemû wêneyên geş in hûn...
Û bêriya we dikin
Çiya
Dar
Çem
Deşt û Nesrîn....

Em ê şermiya çavên we yên wêrek bişopînin
Bibin rêwiyên henaseyên nû pişkivîn
Û li xwe bipêçin bayê bêrîkirina we...
Em ê newestin ger we pala xwe da çenteyekî
Û çixareyeke tûtinî we pêça...

Em ê nebin bendewar
Û li ber ava kaniyê nebûnijin
xewn û xeyalên xwe ji bîr mekin

Li kêleka we em ê rûnin
Û hêdî hêdî goveda "Bablekanê" bigerînin...
Wê carê xewa azadiyê şîrîn dimîne
Em ê bi tenê namînin
Wê mîna her govendê guliyên we
Hêrsa xwedawendan li lûtkeyan bi şefeq bikin...

em ê bi we re bibin siwar
Zerya û deryayan li hev bidin
Helbesta me li ku derê peya bike?
Me ji zû ve perda şermê qetandiye
Êdî mirov ji rûtbûna giyanê me ditirsin
Naxwazin li me temaşe bikin
Em dizanin hûn tê dikoşin...

Tava we ne derewîn e, me naxapîne
Rengê we buhara me ye
Vîzevîza bayê ye, seqemeke germ e
Bejna dara gûzê bêriya çayeke şîrîn dike
Her em li we digerin
Ev zinar bê we cemidî û rawestiya ye

Çûkên geliyan bi we dihisin
fîxanên sermest berz davêjin
Bi çi pesnê we bidim koçerino?!
Ger peyv têrê nekin?
Bi çi bihûnim delaliya we?
"Rojê" jinbûyîna xwe ji we vegerand

Pênûs dibe tevzînokên laşê we
Em tên sotin, lêdan û sêdarkirin
Lê çiyan e, me li ber xwe da
Em man Zîlan, man Çîdem, man Newroza teqandinê
Mezra Botan di meşka êşan de dikeye
Bûye hêvî
Bûye lehî
Dibe hîmên mezin û mezin...

Keziyên we li bejna çiyan geriyan
Aşûtên beravêtî ser sînga mijdara şilmayî
Dilên serhildêr rêwîtiyên şevên tarî hilbijartin
Ji tarîtiyê lêgera ronahiyê dest pê kir
Spîbûn; rûtbûna hemû gunehên me ye
Heriya bin piyên siwaran pîroz dikin


Hûn tenê dikarin dilên xwe bîn bikin
Raxînin bin tava rojê
Hûn tenê dikarin ji avên sermedî,
Axa hestên xwe mist bidin
Tenê dilovaniya çiyayan
Dizane dilên zêrîn xwedî bike...

Ji çiyayan efsûnên nebûyî we çêkirin
Ji bo ku xweşikbûn bigihe xweşikbûnê
Pêwîst e bi xwînê bê şûştin

Ji bo rizgariya welatekî em bi rê ketin...
Lê cihê bi hezarê welatan
We bi sînga çiyayan ve çikiland..
Em ketin
Terpilîn
Birçî man
Şewitîn
Lê her awirên me li esmanekî azad geriyan

Gotinên we naqedin!
Bi dawî nehatine hêviyên we!
Rêwîtiya şevên dirêj newestand eşqa lingên we...
Rast e destpêka peyvan
destpêka hevokan heye
Dawiya peyvan
dawiya hevokan jî heye
Lê guliyên eşqa we destpêk û dawiya wê tune ye....

*Ji pirtûka Guliyên Eşqê, 2019, Çapxaneya Şilêr, Qamişlo.
**Bi destûra helbestvanê ye.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê