A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nehrî - Helbestên Berbangê
181 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nehrî - Helbestên Berbangê

Basika bihejîne
tu yê basikên xwe
ji xweliyê biperpirîne
bi nikilê xwe nexişeke
bila di bîranîna de werê kolandin
vaye binefş û gangulî hev hembêz kirin
sirûd li pey hev rêz kirin
rûgeşî li rûyê xunca vejandin
di zindana rojê de buhar
xemlandin.

2
dema li ser singê te
dîlana pinpinîkan bê
peyvên min
porê xwe şeh dikin
qij ranawastê
dil germ dibin.

3
Di berbanga Xudê de
em herdu vîndar
di pacê de
rûniştin
ez û ûûû
li gulistana talankirî
bi çavê xulimaşiyê dimeyzandin
li şûnwara xweliyê
sipî reng daye
di bin pêla bêdengiyê de
veciniqî
şev û roj
bi xemla sipî
hev hembêz kirin
hev ramûsandin
ala berbangê diperpirî.

4
Di nav tiliyê şevê de
dema ez dilerizîm
di landika xwenasiyê de
di bin sîka heyvê de
ezzzzzz payî bûm
wa dîdariya me
pênûsa min şiyar kir
dîmê me bi hev re
şeyda bû
me xewnên xwe
ji hev re hewal dan
şevê bi poşmanî
tariya xwe li milê xwe civnd
û bi rê ket
Hîn bû ku li nav
axa zêrîîîn
kuştina pinpinîka
dubare nabê
wa landika me
tê da razayî
xewnên me bi cih tînê
wê hingê
bi destê xwe
li serê xwe dan
lo me çi kir.

5
Ezê xweliya cîgerê xwe bicivînim
li deşt û kohiya
xwe di nav de wendakim
xewna bibînim
şeva biborînim
parekê bi xama pênûsa xwe kim
hêviyê binivîsînim
şahiya bixemlînim
ya din bi kil kim
ji çavê nazelîna re
diyar kim
ji bûka re hilînim
di rojên şahiya de
yê li rê ne
bi henekim.

6
Ezim vîndarê di kişwera te de me
di şevên tarî de
roniya heyvê me
li havînê wez sîka
li ser bejna te me
bayê rojava me
li payîzê civînokê wa pelê te me
ji zivistanê wez sîwana
li ser xemla te me
li hember ba û bahoza
wez perdeme
di buharê em yekin
di xewinên xwe û te de me.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê