A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necîb Balayî - Min Divêt Romaneke Serkeftî Binivîsim
140 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necîb Balayî - Min Divêt Romaneke Serkeftî Binivîsim

Li destpêkê peyv e û...
pîroztirîn peyv
di ferhenga miletan de dîrok e.

Li destpêkê peyv e û...
pîroztirîn peyv
di helbesta helbestvanan de
welat, evîn û çîrok e.

Li destpêkê peyv e û...
pîroztirîn peyv
di çeperên şorişan de
peyva "şehîd e.
ew jî îro
li govendê rwîs e,
bê karûkok r!

Lê li roja îro
milet, şa`îr û welat
bûne peyvên romaneke bê serûbin.
bûne werzên romana min
qelema min jî serê xwe ranake
di heft cihan da şikestî ye
tê de derz, tîk û tok e.

2
Li destpêkê peyv e û...
ev peyva dûmahiyê ye
Li destpêkê peyv e û...
ev romana dûmahiyê ye.
Li destpêkê peyv e û...
ev dîroka dûmahiyê ye.
Dîrok xwe dubare dike...
ev dubarekirina dûmahiyê ye.
Peyv dê bête serjêkirin.
Roman dê bête sotin û
nivîser dê şehîd bin.
qelem dê şikên
bihar dê ji salê havî bin
çunkî bên ji gulan kûvî bûne!
gul ji baxçan disilin
dîroknivîs
gihîştin derazînka mirinê
qelemê hilnagirin

ji bo nivîsîna rastiyê
bi du dil in!

Destpêka dûmahiyê ye
dîroka me dîroka me
dubarekirin û dubare ye.
ketiyên me gelek in
ne yek, du û sê
bîst û çil in.

Da ku fihêt nebîn..
werin dest bidin tevr û bêran
dîrokê bihelişkêvîn
şikestiya binixêvîn
îro rastîgotin
şehîd û xwînrêtin
bo şorişa kilçîv û kil in.

3
Ev destpêka dûmahiyê ye
hêşta li welatê min
dayik dîrokê wekî xwe dinivîsin!
serpêhatî û çîrokên efsaneyî
bi zimanê realîzmê werdigêrin!
wekî cara dubare dikin
heft zaroya
bi sakoyekî dişînin xwendingehê!
Heft birçiyan bi
bi nanekî têr dikin!
Heft birînên sava
heft leşên nazik
heft zaroyên şehîdên serhildanê
bi nexşê diyayî yê welatê min
dişînin şehyana
dişînin NEWROZ û dîlanê!

Hey wax...
bo wê dayikê!!

ya ku hêşta hisreta wê
maleke ava û...
landikeke tena û...
buçkeka vekirî
ji înandin û birinê

hey wax...
bo vî welatî

dîroka wî hatiye tomarkirin
li gizîrte û... deryayên jibîrkirinê.

Hey wax...
bo wî welatî

siyasî lê bûne hevîrê mirinê
bo wî welatî
seyda û mamosteyên xwendingeha
dersa rastiyê dibêjin

pale û rencberan
dest dahêlayn
ji karkirinê

ez jî berê qelemê û çavê kamerayê
lê werdigêrim û çavên xwe lê
diniqînim.
Min divê romaneke serkeftî
binivîsim.

Min divê
keziyên qîza
bikime werîs û...
qerqodên şehîdan bikime gemî û...
li vê derya miştî zîvrok derbas bibim
Min divê romaneke serkeftî
binivîsim.

4
Ez û dîrok
bûne du peyvên hezjêker
ez bi hemî viyan û giyan ve
ew bi hemî pîrozî û şehîdan ve
îro bûne cotek
li ber derazînka tariyê û...
tarî paşa ye li ser erşê xwe razayî.

Ez û dîrok
du peyvên sava ne
mamosta
dergehê xwendingehê li me girtî.
Ez û dîrok
destpêka dûmahiyê ne
peyama dûmahiyê ne
birûska dûmahiyê ne
hatine şandin.

Em herdu gaziya dûmahiyê ne
ku şehîdên HELEBEçE rahêlaye.

Ey miriyên sax!
Ey saxên mirî!
Bîra we têt
dema dehmana vî bajarî ji ser avêtî?
berêxwedan bûye fihêtî
me dehman berdaday
lê hêşta avahiyên vî bajarî
ji ser ve şûşe ne
ji nav de
dîwarên delingpîs in.
dergehên bêderge ne.
roj hatin û...
roj borîn
li vî bajarî li ser pelên vê romanê
serkeftin nerabûne westîka
guhurîn werarê nakin
li vî bajarî
mîlê saetê nagere!
av li axê rawestiyaye
û min divê

romana xwe bikime bûk û
zû veguhêzim
tevnê dûmahiyeka bêdumahî
deynimnexşeke dî birêsim
lê dav, peyv û qelem ji min kûvî bûne
û min divê romaneke serkeftî
binivîsim!

5
Dîroka me dîroka me ye
dubarekirin û dubare ye.
Ji ferhenga me
ji ferhenga mirovatiyê
peyvên giran zû dikevin
ev destpêka dûmahiyê ne.
Werin, em hemî
romanekê binivîsin
ku kesên çîrokî û...
pehlewan tê de nerevin
peyva "Hemayon", "Atatürk" û Enfal"
rûreş bin.
Werin
da ferhenga ketina serûbin bikin.
Ji ferhenga mirovatiyê
gelek peyv wenda bûne
"Spartakûs" hîn nemiriye
şorişa beniyan sirodek nemir e.
û dîroka me... dîroka me ye

dubarekirin û... dubare ye
Dîroka me bûye stranek
li çiyayê Cûdî
... û li Akrê pehlewan vedilorînin.

Ya bûye tabloyên ji xetê bizmarî
di entîkexanên biyaniyan de
biyanî dixwînin!
Hero spêdê
dêmê wê ji resenatiyê tête şûştin.
Hero êvarê
diz dikevine werzê dîroka me
... û dûrkivan nabînin.

çira helkin
ev ronahiye ne bes e
dîrokê vecemînin
romana xwe li ber binivîsin
çira helkin
ev ronahiye ne bes e
cejna bûnê li ber bikin
hena bûkê û zavê li ber bişêlin
mewkibê şehîdên serhildanê
li ber bigêrînin.

çira helkin
destpêka dûmahiyê ye û
roman gihîştî nîvê.
çira helkin
da ku şehîd poşman nebin
hêşta Helebçe tarî ye
term li pişt ewran veşartîne
çira helkin:
rabe, nerûne
qelem dipeyive
roman dihête nivîsîn
gelek werz û gelek qonax
dibûrin
nav û nîşan jî
xema wî kesî ne
yê pirtir çira hil kirîn.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê