A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necat Zivingî - Vekişan
427 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necat Zivingî - Vekişan

bi xeml û xemr e, bi naz û ‘işwe
çi pozan dide, çi ken û neşwe
awirên wek tîr, çiqas daxwazkar
guliyan wek mar, xwe berdaye xwar
sitûnên zirav, li bin du serî
wek rojê ye ew, ronak û zerî
berê min li wir, çavên min lê ne
dilê min dixwest têr wê bibîne
ji bo binêrim lê bi delalî
xwezî wê jinê xwe bida alî

*Bi destûra helbestvanî ye.