A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necat Zivingî - Hilhatin
911 Xwendin
10 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necat Zivingî - Hilhatin

karxezaleke nenas
li lûtkeyên dil digere
şeydatî dizê ji nezaniyê
hespek şehmoz e rabûye pêdarê
kaniyek der dibe ji dû pûşiyan
xulxulîna newal û çiyan
senfoniyek e ligel guşîna şirşar û çeman
nêçirvanê amanca tîr û xedengan
bûye nêçîr bi hezar cûre û rengan
teyrê sîmir e, li asîman kon vedaye
melekê tawus li dara herherê venişiye
har bû harayê berz û herikî
‘umana işqê serê xwe yê belûr bilind kir
daristaneke celebmend lê gur û geş bû
haoma diteyisîne nemiriyê bi rengê berferojê
wê çirayek pêxist
agir bi ‘alemê xist
ji qedeha dîonysos û newaya apollon
efsûnek afirî
geriya gerdûn girnijî hêvî
dil bi dil hil bû
ref bi ref bi rê ketin
êdî nema tebat û sekin.

*Bi destûra helbestvanî ye.