A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necat Zivingî - Dorpêça Bihûştê
362 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necat Zivingî - Dorpêça Bihûştê

qulzema her pêleke wê koremarek
bi ‘urteurt dimilmile
qewmê engerek kon vedaye
zûrîna guran e
sêveke xwînî
şaman û mebûd e bi çar yekê
siyehbextê rûreşê roma reş
artêşa yecûc mecûcan
bi sêhra siya xwedê
rikdar diherike

wê bi xwe vede
biqewire ji bihûştê
bixeniqe di feratê de


*Bi destûra helbestvanî ye.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê