A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necat Zivingî - Dimirim
432 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necat Zivingî - Dimirim

çend şevan tarîtiya xwe li serê te kiribû tac
çend maran ger û fetlên xwe di serê te de kiribûn xelek
çêra te rûyê min
gêra te paşila min bû
ku tu dimir
min hilatina heyvê temaşe dikir
di nav pêlên tarîtiyê de
bi qewsên hilalî ditewiyam
ji ser baniyê herdu şikeftan dadiketim
li qeraxa deryayê dibûm mêvan
di şevên biyaniyê de
em nastirînên hev bûn
ya te dida min dikişand
di xal û xetan de li welatan digeriyam
çêra te rûyê min
gêra te paşila min bû
ku tu dimir
min li te temaşe dikir
ku sax dibû
ji temaşeya te çavên min disekihîn
dimirim ez.


*Bi destûra helbestvanî ye.