A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necat Baysal - Tu
239 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necat Baysal - Tu

Tu
Sûretê doza min ya bêhişketiye
Ku
Encex bi şeneqeyên tije pevçûn
Tê ser hiş û hemdê xwe

Tu
Birîna min ya di bin îşkenceyê de
Dike nalenal
Ku
Encex bi hincirîna biçek bawerî
Ji xwekuştina xwe difilitî
Tu çendî dijware lêê
Bi rivîna ar’ê xwe
Dikarî kurmê darê
Li paytexta xayintiyê
Biqelîni...

Tu dibînî
Bê tunebûna te çi kiriye
Di zîndana ewlehiya min de
Bê çawa bajarên kamilbûyî
Ji desthilanîn xistiye
Bê çawa girî
Di diqdiqandina zarokekî de
Ken têk biriye
Bê çawa zilmê
Daweta xwe girêdaye
Di sîng û berê te yên keçkanî de

Binêre
Di dîlgirtina xwe de
Hêviyan serbest berdidim ji bo te
Di lorîkên dayika de
Xewnereşkên Bindestiyê
Bi kitanên spî dixemilînim
Di rastiya heyîna te de
Dîroka “şarize” tune dihesibînim
Û di her sonda xwe de
Ji hezkirina te re
Rûpelekî nû vedijînim...

Tu
Kirasê lixwekirina bedena minî
Tu
Êşbira êşên dayikê minî
Tu
Peymana evîndarên çiyayê minî
Û Axx tu
Her şev di xewnên şeva de
Navê te li ser zimanê minî..
Azadî azadî azadî!!
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?