A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necat Baysal - Reşkonên Betonî
116 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necat Baysal - Reşkonên Betonî

Zersosinên biharan
Bi bêhna endekoyan
Xwe li xeyalên min dipêçin
Qala sebr û sebatê
Ji min re dikin
Û
Min bi dermanê baweriye dişon
Di tarîstana zindana min de

Ji bo min
Dibe hêviya azadiyek bi ken
Hembêz kirinek dayikane
Û Vegera li nik yarê (te)
Dibişirim...

Bi dîwarê ku ez girêdame
Bi pencereyên reng xwelî -genî
Û Bi asîmenên çargoşeyî re
Peymana aştiyê çêdikim
Bextewarim...

Mixabin
Dilşadiyek bi guman
Di bîrehişê min de
Fesadiyê dike
Wê çaxê
Li wê derê
Di navbera kêliyên zemanî de
Pevçûnên dijwar rû didin
Û ez
Xweziya xwe bi stargehek
Çiyayî tînim...

Lê di encama encamgir de
Kirasê rasteqîniyê
Xwe diqetîne di bedena min de
Û bi giyanweriyek şermokî
Tazî dimînim li naverastê...

Wê gavê
Fêm dikim ku dilşadî
Wekî her carê
Bûye mêvanê dîlitiya min
Û
Bêyî ku xatir bixwaze
Terk-î zîndan bûye
Axx! Dîsa
Bi bayê êşê re tenê hiştime
Li van reşkonan...

Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J, 2016
*Bi destûra helbestvanî ev helbestên wî hatine weşandin