A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necat Baysal - Paytextên Êşê
235 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necat Baysal - Paytextên Êşê

Hey lêê û weylê Amedê
Te deriyê dilê xwe
Di çirûska şoreşa seîdan de
Li çarenûsa me venekir
Hêviyên me
Baweriyên me
Di deriyê teyî çiyê de
Bi çil û heft sêdaran
Hatin daliqandin
Hatin xeniqandin
Bi vekirina rûpeleke êşbar
Di dîroka termê canê me yê wendayî de

Pêşeroja te
Di rabirdûya qederê de
Êvînên xwe binax dikir
Qamîşloka min
Bi eman bi hewar
Û adaran kuştina xwe
İlam dikir
Di govenda darbestan de

Li qada Çarçira
Pêşewayek li ber sêdarê
Şîretên dawî li gelê xwe dikir
Bi Têgihiştina «dijmin nabe dost»
Di poşmaniyek bêfêde de
Û
Li şehr-î mahabadê
Dîsa sêdar
Dîsa têkçûn dibû para me
Di karwanê şehîdên xwedî navde

Ji başûrê Leylayan
Dengê zarokekî tê guhê min ;
«di kuçeyên helepçe de
Bi bayê sêvan dimirim
Destê min
Li ser pêsîra diya min
Hişk û ola dimînim
Bi çavên vekirî
Bi rondikên ziwazer
Û bê lebat»

Di seraba bedbiniya dilîtiya xwe de
Dilê wan bi pola re
Berberî dikir
Di tarîreşka velerzîna îlonê de
Û qehremanên te
Serî li ber qesasê şehîdan radikirin
Di nav hilandina goştê xwe de
Bi peymana tolhildanek şêxanî
Wilo bi ken
Wilo bi vîn Ameda min..

Ax Qamîşloka min
Di berbanga şoreşa lewendan de
Dafik dikolan xwediyê alên reş
Di berqefên bêbextiyê de
Bêşerm
Bêfedî
Destdirêjî biratiya me dikirin bêwijdanên bi temezî

Mirinê di hilatina rojê de
Şax vedida, bi kulîlkên çilmisî re
Di dawa Ferzad ê min de
Hêlîn çêdikir giyaneke nû
Û li gel sirûdek Stûxwar
Di gavên dawî de
Êşê Xwe dikuşt
Wilo bi ceger
Wilo bi wêrek mahabadka min

Di serdemek kovanî de
Çerx û gundorê felekê
Ji bo wan digeriya
Li ser sînga Amûda min
Xeyalên zarokê rû esmer
Porzer û şêrîn
Diketin ber xezeba
Melkemotekî dilkevir
Di kelijandina sînemayek bêqidoş de
Dıkuliyan
Direviyan lêê
Diheliyan bi hewarên bêfêde
Wilo bi bêgiyan
Wilo bêmirad dibû kurdistana min!

Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J, 2016
*Bi destûra helbestvanî ev helbestên wî hatine weşandin