A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necat Baysal - Ka Bêje
226 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necat Baysal - Ka Bêje

Me bîra koçberiyê nedibir
Me nedizanî bû
Emê bi rondikên çava
Slavên bi dizî bişînin
Ji hev re gulîstana min

Ka bêje
Dilê te jî dike dipe dip
Di wan kêliyên ku
Li te difikirim?!

Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J, 2016