A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necat Baysal - Hijdeh Siwarî
147 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necat Baysal - Hijdeh Siwarî

"Ji bo biranîna şehîdên taxa kanîka ya Nisêbînê"

Dilê me yî ku ji awirên we
Hatiye kavilkirin
Wêran bi Wêran
Koça xwe ya dawî didin
Li kêleka goristana Heciyan
Rêz bi rêz vedizilîne wijdanê me
Di nav xwîneke hişk û sor de dihêle

Di kemînên bêbav de
Hijdeh siwarî ji dayik dibin
Ji dayikbûnên bi êş
Ji dayikbûnên bi girî
Û hewar...

Welatînoo
Kerrikên guhê xwe bigirin
Nebîhîzin
Hestên xwe bi qeyd û zincîran girêdin
Zimanê xwe bidrûn nebêjin
Perdê bavêjin ser çavên xwe
Nebînin...

Ax Ax!
Siwariyên li ber kanîkên ziwa
Bê av man
Çawa bûn
Çawa çûn?!

Ji Paytextê Êşê, Weşanxaneya J&J, 2016