A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Necat Baysal - Eşqa Te
278 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Necat Baysal - Eşqa Te

Di bihara emrê xwe de
Me dest bi awirên
Qedexe kiribû
Li kolanên wî bajarê serhildêr
Di rêwîtiya bereketa eşqê de
Bi gavên zanebûn
Me xwe serberjêrî
Dahatûya xwe dikir
Di bin çavdêriya kevneşoper de

Bîbikên me ji kêfa re direqisîn
Di wan kêliyên ku
Destên me li hev digeriyan
Çavên me hevdû
Hembêz dikirin
ÛL
êvên me
Hesûdî dikirin
Bi daxwazî
Bi tolazî
Axx xeşîmtî...

Lê lê porkurê
Fesada bi beko ewan re
Civîn li dar dixistin
Li ser sifra dilê min
Mijar evîna me bû
Û
Di şêwrên bazirganî de
Exlaq difirotin
Li bazara kuştina min û te

Bi xebera “ew dan yekî din” re
Qidûmê kabokên min fisîyan
Di çilmisandina
Giyanê minî ji zûve bibû
Serxweşê çûna te
Bibû parsekê vegera te
Di mizgefta xuliqandina gunehan de

Hey Nisrîna ku
Dilê min fetih kirî
Piştî çûna te
Ez
Di mexelê bîranînên xwe de
Kayinên bi te re kom dikim
Di qebrîstana evîna me de
Ji bêmiraziya mûrada me
Ji bêsiûdiya şensê me re
Nivişta çêdikim
Ji hêviyek çarmixkirî re..

Dibe ku rojekê
Li nav geşta ûxrevî
Û Axîreta bextewariyê de
Em keserên xwe
Bi teşiya hesretê birêsin
Di hostetiya hevşabûna xwe de...