A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Narîn Omer - Were Dîno
145 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Narîn Omer - Were Dîno

Were looo
payîz kirasekî rengereng
li xwe dike
û bi bax û daristan dibe
gava peyvên me
bi çarlepka diçin
û wateyên xwe
di paxila demsalan de
nîşan dikin.

Were looo…
min wek jinek bêhêvî
nehêle
di tarîbûna tirsê de
dilerize
li bende koçkirina xwe ye
di goristana "namûs" û "şerefê" de
piştî pizotek ji tewşîbûna zirzekî
pekîya,
û li hawîrdora hastên wê
qefayî.

Delalo…
Ew gula ku te ji keftelefta evîndaran
dizîbû,
hîna di tûrika dîlan û sema pirpirîkên me de
razayî ye
Ez newêrim
wê hişyar bikim
tirsa min ewe ku,
bi hişyarbûna xwe re
eşkere navê te hilde
û dara parastina me
bihejîne.

Dîno looo…
Dîsa ez dibêjim:
Gulek sêwî,
zivistanek rebin
û agirekî bê hêvî
bide min.
Ez ê…
gerdûnek navdar,
buharek hêzdar
û alafek awîze
bidim te.

Erê looo…
Xwestekên xwe
li ser xaka bihîstoka min
bicivîne
û bihîstoka ramanên xwe
bide min.
Ez ê ji te re bêjim:
Tu kakila dilî
dikarim bêjim:
Min te divê
pirr ji te hezdikim…
lêêê tu nabînî.

Lêvên min
van peyvên wate pîroz
li ser tevna cîwarê
birêsin.
çimkî tu jî
di nav halana "Adem" de
vedigevizî
û li çêlîkên "Hewwa"
van pîrozbahiya qedexe dikî.

Hevalooo
Dibêjin:
Jin jiyan e
û jin afrete
Were, em bi hev re bêjin:
Gerdûna bê jin…
jiyanek bê bere…
û bê mêr…
xwelî li ser e
û bi jin û mêr
hebûn seranser e.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê