A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Narîn Omer - Hinga Bêdengî Kêferatê Dike
158 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Narîn Omer - Hinga Bêdengî Kêferatê Dike

-N-
pispisa te..
li pey asoyên
Zêrîn
bang li min
dike
hemî gunehên
evîndaran eşkere dike
Min bero dîwarê
xwestekan ve dibe
da ez bibim
imza tabloyên pispisê.

-A-
Zummêna matbûniya te
kembera xwe
li min
dalîne
min dike
Basûr û min
belav dike
li ser bêdawiyên
serdemê
da lêkolînek
bê nermayî
vekolînim di
warê
mendehoşiyê de
ta bêdengîyek
wekî a te
bibînim.

R--
Zengilê gavên te

dawiyek endizyar
ji koçberiya min re
dineqşîne
devek bi ken
ji kenê
tobedariyê re
ava dike
Min dipişêve
alûziyek
di etûna
lêbûrînê de
da ez birîna maweyan
derman bikim.

I--
Xwîna pênûsa te
diherike
di kûrbûniya
hizrên min de
Kelîştekên wan
reng reng dike
Pizotek hêvî ji
dara herdemiyê
tîne û diçîne
Ji bo
di qijîna kûrbûniya
giyanê te de
ez hestedîn bibim.

-N-
Barana germbûniya te
pizûskên hemî holên
evîndaran
di lehiyên xwe de
avjen dike
nalîna sistbûniyê
di canê min de
bi pêt û hawar
dike
bero landika
hestên te
diçim û xwe
tê de vedişêrim
Ji xala despêkê.

R--
Ez ji siwarbûna pêlan
bitirsim
û
Ji waswasa dema
Ji nifşka ve
pispisa canê te
tête min
ta ez xwe dibînim
Pirpirîkek rengîn û
bi etûna baxê te re
dilîzim.

D--
Min serbest bike
ezê geryanek kûr
di kûrbûniya
ramanên te de
bi dawî bikim.

S--
çiqas pake
ramanên te di
xanûsata
xwe de
çi şehbaze
avjenî
di kaniya
germbûniya
te de dema
germbûnî
zihabûna
seqemê
bê bizav
dike.

ş- -
çi qeşeng e
pispis
di nav biyaniya
peyvên te de
çaxa bêdengî
kêferatê dike û
can dikêşe.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê