A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Narîn Metînî - Mihemedê Min
140 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Narîn Metînî - Mihemedê Min

Ho mihemedê min……
Delalê li ber dilê min ……
Hêvî û jana cergê min …….
Ruhniya herdû çavê min ……
şadîmana jiyana min ………..
Mihemedê min…..

Ji axîn û gaziya xwe …….
Ezê gerdûn bihejînim …….
Li ser canê teyî tayen ……..
Hêsirê germ birijînim ………
Her dem bê te ez bê jînim …….
Mihemedê min…..

Ezê xewnên te dadim …….
Bi sitêrikên esmanare ……..
Cîhanê bikim zayîn …………
Da tû bibe rewşa lawan ………
Rêberê milet û karwan …………
Welat perwer û pakrewan ………
Mihemedê min…..

Ezê li te bigerim her dem ……
Di sîber û leylanan de …………
Di rojên dûdirêj de ……………….
Tîrêjên rokê bihûnim ……………..
Di nav agirê sar de ……………………
Bi germ û havînê re ……………………..

Li benda te bimênim ………………………
û bimênim …………………………………….
Mihemedê min…..

Ezê keseran bi bayê felekê re
Berdim……..
Delametên te
Bi pelên payîzê re bihevdim …….
Di şevtariya dirêj de …..
Ezê bimînim li benda ….
Sawêr û xwenan …..

Hêsirên xwînê …..
Bi barana zivistanê re …..
Bibarînim …….
û bang kim ……
Mihemedê min…..

Ezê hêviyên te …..
Bi gul û beybûna re ……
Avdim ………..
Bîranînên te ……
Bi biharê re hilm bikim …..
Mihemedê min…..

Mihemedê min ……..
Rabe ser xwe ……….
Rahêje ala rengîn …….
Dîlana şoreşî li dar xîne ….
Ji rohniya evîna xwe …….
Findên azadiyê vê xîne……
Ji pirîskên xwîna xwe ……
Kulîlkên sor raxîne ………
Dilê min jan û axîne ………
Mihemedê min…..

Bibe simbola aşîtiyê ……
Bibe şana biratiyê ……….
Bibe dengê yekîtiyê …….
Navenda kurdayetiyê ……
Mihemedê min…..

Dîrokê bineqşîne ……..
Piyamên vînê bişîne ……
Helbestan bi weşîne ……..
Rûndikên me ……………….
Bi xuşîne …bi meşîne ……….
Mihemedê min…..

Ezê ji fernêskên xwe …….
Axa welat avdim ……………
Da ku buhar şil bibe ………….
Bibe buhişta jiyanê …………….
Ezê cîhan bi xemlînim ……………
şahiya te amadekim ………………….
Mihemedê min…..

Ceger xwînim ………
Dil disojim ji hinava ….
Her dikin hêvî û lava ……
Ey hesreta herdû çava ……
Li roja sersala kurdî ……….
Li bîst û yekê avdarê ………
Bibî zava ……………..
Kincê pêşmergan li xwe ke …….
Kilîla sor li ser bûka xwe dake ….
Xêliyên te ji çar alîne ………………
Govenda te xemalîne …………………..
Cegerê min binalîne ……bikalîne ………
Mihemedê min…..

Keskesorê li bejna xwe bigerîne ……
Da ku sazbendê kurdan …. Hunermendê Kurdistan …..
şivan perwerê jiyan…… bi stitrê li dawete te ………….
û bêje bejna Mihemedê min nîşana serê çiya…………….
û bejna delalê min nîşana serê çiya ……………………….
Mihemedê min…..
Helbestên din ên Helbestvanî/ê