A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Narîn - Dîlbero
157 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Narîn - Dîlbero

Dîlbero:
Piştî kilana herdu laşan
Ku te,
Dest bi helbesta xwe
Li ber serê min kir
Di derenga şevê de
Bizanib ku,
Ji bo pelan te bi dawînekir
Tu dikarî laşê min
Yê ji pelên te spîtir
Ji xwe re bike bedewtirîn rûpel
Da ku tu,
Helbesta bîranînên me
Li ser nivîna xewê
Bi dawî bike
Ji bîr meke
Bi lêvên xwe
yên har û lerzok
Imza xwe li ser
Memikên min ên
Gewr û boz çap bike
Wê baştir be ku tu
Dîlbero..
Li ser memika çepê binûse

" ez ji te hezdikim,
evîna dil,
tu yî jiyana min
ya windayî
tu yî kesera min,
dildarê min,
ez dijîm ji bo te
ji bo rihê te yê şêrîn
ez dê tim li ser evîna te bijîm"

Ez jî soz didim te
Dê ev laş neyê şuştin
Dê ev laş neyê şuştin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê