A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nalî Şarezûrî - Şewî Yelda
399 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nalî Şarezûrî - Şewî Yelda

Şewî yeldaye ya deycûre emşew
Ke dîdem dûr le to bênûre emşew?

Dilim wek hakimî me`zûle qurban!
Xelatî weslî toy menzûre emşew

Dilîş mayil be dîdey toye, boye
Le min wehşî û remîde û dûre emşew

Ke toy şay keçkulahî dîde mestan,
Çi bakim qeyser û fexfûre emşew?!

Le xew helsawe ya aloze çawit?
Hemîşe waye ya mexmûre emşew?

Suruşkim neqşî çawî to dekêşê
Cêgem serdarekey (mensûr e emşew

Dilim wek hakimî me`zûle qurban!
Xelatî weslî toy menzûre emşew

Musulmanan depirsin halî « Nalî »
Le kuncî bêkesî mehcûre emşew

Çavkanî: Kejê Aslan, Facebook