A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nalî Şarezûrî - Şew Hat û Emin Mestî
333 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nalî Şarezûrî - Şew Hat û Emin Mestî

Şew hat û emin mestî xeyalatî kesêkim
Meşxûlî nefes girtinî muşkîn nefesêkim

Lem hucre, leber pencere kewtûm û dexwênim
Bê `eynî delêy bulbulî goşey qefesêkim

Hem warîsî ferhad û hem naîbî mecnûn
Wa tê mege, qurban, ke geda, bulhewesêkim

Gerden keçî tom bê keşiş û rest û qelade.
Wa zen mebe na`arif û herze meresêkim

Wellahî klawî serî min çerxî demalîy
Bibwaye be damanit eger dest resêkim

Bawerr meke roh sextî xemî fîrqetî to bim
Bo hatinî to baqîye nîwe nefesêkim

Her lehze delêm min segî dergam û, reqîbiş
Dête ser û çawim ke minîş seg megesêkim

Girtûye segit çakim û lay tomewe
Ye`nî were "Nalî" ke minîş dadiresêkim