A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nahîd Huseynî - Volkan
127 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nahîd Huseynî - Volkan

Volkan... volkan
xoşewîstî di
hinavê min de
serî hildide
ez bidim
evîna agrînî
zerya... zerya
xoşewîstî
di çavên te de
pêl dide
ez giyanê xwe
dispêrim
agir û pêlan.