A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nahîd Huseynî - Piyalek Ligel Ehrîman
184 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nahîd Huseynî - Piyalek Ligel Ehrîman

Eva demsalake din e
ji min serî hildide
demsalek e
sar û bi şewa
dengek ji hinavê min
dest bi hewar û
qîjînê dike
bila vê carê
ji avê dest pê bikim
belko baran
tilsima vê leylana min
bişkîne
ev demsal
di nava ziwabûna xwe de
zeniqiye

Ji giyanê min
henasa mirinê
dilop dike
û ez sema dikim
yek... du... sê...
yek... du... sê...
Ez û leylan
dest bi dest
sema dikin
û asoyek bi rê ve tê
ne sor e... ne kesk e
ne zer e... ne spî
Demsalek din
dest pê dike
demsala derewên
renga, reng
demsala eşqên riziyayî
demsala dildarên
hilweriyayî.

şeytan di cendekê
vê demsalê de
geş dibe
û cizbe dike
de bila ji şeytan
dest pê bikim
belko şeytan
elîfbaya vê toba min be
secde dikim li pêş agirê
semaya xwe û şeytan.
Sarbûnek e
dev bi volkan e
û volkanek e
dev bi qeşa ye
secde dikim bo kufriyê
demsala pakbûnê
ji pakiyê..
Gotina tobe
ji nava rûpelan
hildiweşe

Dest ji min berde...
dest ji min berde...
bila girêka çarenûsa min
bi şeytan
min ji gêjeloka loman
derbîne
şûşa şevê dişkînim
sema ye... sema
Dest ji min berdin...
bila çavên xwe
bi leylana asoya
vê demsalê
bi mij û moran
ho bikim
bila giyanê xwe
bermalî bikim
bo sûtanê...
bo semayê...
û ramûsana lêvên şeytên.

Temaşa bike
çawa ez li dergehê
vê demsala evîndar didim
û qedexebûna
bihevgihînekê dişkînim
Nerda viyanê ye
min bextê xwe
tê de avêtiye
bila ji viyanê
dest pê bikim
viyan...
Ew demsala keske
ku tixûbên pakî û guneh
di çêja şeveke
min û şeytan de
tê nivîsandin
yek... du... sê...
yek... du... sê...

Ez û şeytan
şûşa rojê dişkînin
sema ye...sema
çêja gunehê çavê şeytên
di cama destê min de
pêl dide
bila vê camê vexwim
û dîtina evîndaran
bi tixûbên
gunehekî bê çêj
bi dar vekim
secde dikim
bo guneh
pakiya demsalên zêrinî
bi şevekê
di himêza şeytên de
li bin dixim
dest ji min berde...
Dest ji min berde
şeva mey û helbestê
û şeytan e.

Giyanê min sema dike
û şûşa rûmetê dişkînim
yek... du... sê...
yek... du... sê...
Sema ye... sema
mey min sor veduxwe
helbest min kesk dinivîse
şeytan ez bixwe
ya xweşik im
ez agir im
secde bo xwe
û agir dikim
dest ji min berdin
bila bi milyonan sal
piştî Hawa
bêzar ji zagonên Ademan
pêkekê di gel
şeytan de hildim
bila mestî
min ji vê gêjelokê
derbîne
û li pişt hebûnê
pêlên serxweşiyê
giyanekî bêçare
berew eywana demsaleke
şîn de bibin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê