A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nahîd Huseynî - Çav Hingivînî
220 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nahîd Huseynî - Çav Hingivînî

çav hingivînî
bes bi awirên çav
dilê min birevînî
û bi gotinên xweş
giyanê min!
Ez qeşake kevnare me
hindek maye
li ber tîşka evîna te
di himêza te de
bibihujim
û di derûna te de
bibim lehî.