A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Nadir Qazî - Dû Dane Dû
3092 Xwendin
14 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Nadir Qazî - Dû Dane Dû

Soranî:

dû dane dû nabêt be çiwar
we bîrme le mekteba deyan pirsî
dû dane dû dekate çend?
hemû têkra deyan nûsî
dekate çiwar
keçî emin le hisaba nimrey kemim dehêna we
dehatime xwar
ewîş tenya le ber ewey lay min wa bû
dû dane dû
debê be yek
nabê be çiwar
lay min wa bû
didan û dû lêw û ziban
nabin be çiwar
debin be zar
be têkrayî deken hawar
lay min wa bû
dû dest û dû laqî mirov
nabin be çiwar
le leşêk da wa dêne kar
lay min wa bû
gerrek, xanû, kolan, şeqam
nabin be çiwar
debin be şar
têyî da dejîn dewlemend û xelkî hejar
lay min wa bû
kolke û rîşe, liq û gela
nabin be çiwar
debin be dar
hendêk kurt û hendêk dirêj wekû çinar
lay min wa bû
ewîn û dil, ciwanî û pakî
nabin be çiwar
debin be yar
le lay dildar
ew hemuwe wa dû be dû
debin be yek
nabin be çiwar
yekcar zor in
belam le kwê dêne jimar?
tenya ewendey dezanim
eger leşim sed parçe ken
bimdene jêr gule û regbar
biçme ser dar
qisey dilim dête ser zar
kurdistan her wilatêk e û
nabê be çiwar

Kurmancî;
tê bîra min di dibistan de dihat pirsîn
2 + 2 dibe bi çend ???
hemû bi hev re dinivîsandin
dike çar
tenê min di hesab de nimreyê kêm dianî û di hatim xwar...
ew jî tenê ji ber li ba min wiha bû 2+2 dibe bi yek nabe çar
li ba min wiha bû
diran û du lêv û ziman
nabin bi çar dibin bi zar
bi hev re yî dikin hawar...
li ba min wiha bû
du dest û du lingê mirov
nabin bi çar
di laşek de wiha tê ne kar...
li ba min wiha bû
tax, xanî, kolan, cade
nabin bi çar
dibin bi bajar
têde dijîn dewlemend û xelkê hejar...
li ba min wiha bû
kok, reh, lik, pel
nabin bi çar
dibin bi dar
hinek kurt û hinek dirêj wekî çinar
li ba min wiha bû
evîn û dil, delalî û pakî
nabin bi çar
di bin bi yar
li ba dildar...
ew hemû ye wiha 2+2 dibin bi yek
nabin bi çar
yekcar gelekin
velê li ku tê ne jimar?
tenê ewî dizanim
eger laşê min sed parçe bikin
min bidin jêr gûle û recbar
ez biçim ser dar
gotinê dilê mi tê ser zar
kurdistan her yek welat û
nabe bi çar

kurmancîkirin: harîkar badînî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê