A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
N. Beyro - Dengê Binazî
112 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

N. Beyro - Dengê Binazî

Deng û fîxana bilbila li ser dar
Qebqeba kewê di sibhê l`ser zinar
çiv çiva çûk û tilûra li gulzar
Mûsîqa şopan û helbestên hejar
Li ber te tev bê zimanin ma hene?

Zengilê aştiyê ku bike zimîn
çemê Dicle ku bike mişîn û xumîn
Bilûra şivanek jar ku bike nalîn
çip çipa baranê, xunava nermîn
Ger nekêmî tebin bi awaz wek tene

Bi dengê xwey êzgeyî ku bike qêrîn
Mêlak û cergê guhdaran dike xwîn
Dilerizin dilê hişk bûyî dib heşîn
Sermest dibin, bê hiş dibin, bê jîn
Wellahî kes bi vî dengî qet tune

Dengê azadî xwezanî li cîhan
Pêt û brûsk û sernama berxwedan
Nîşana jar û hejar û birçiyan
Giryê sêwiyan, keserê bindestan
Ma li jînê bi vî dengî hin hene?

Awazê dilşad, Sinfoniya Neynewa
Miş mişa sûlav, xul xula tê ji çema
Ew dengê ku tê ji sema tirh û lema
Saz û tembûr û keman û baxleme
Gorî tebin tev l` ber te ew ne tine

Xwedana dengê bninazî heyame
çi hişmende, cî bilinde li ba me
Bi helbestan te xweş kiriye jîna me
J`ter diyar bin gelek rêz û silama
Hiş û bîr çûn, ger me hebin rex tene
Helbestên din ên Helbestvanî/ê