A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Müslüm Aslan - Şikestim
143 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Müslüm Aslan - Şikestim

Wa bayê kevin ji zûve ez hilgirtim
Min wênek danî ser şopa fira kevoka
Ew xewnê zarokî mezin di bûn
Min hez rûyê xweyî herî nexweşik jî dikir
Evîna çavê xwe digirt ji sûncê min ê herî xayîn
şikestim ba hilgirt

Ew berbangê dûr û bi şewq
şina min di girt bi stranek kelogirî
Zû dişkêm min bigre
Carek din nayêm cihanê
Naghêm jiyanê
şikestim…