A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Müslüm Aslan - Minakparov
85 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Müslüm Aslan - Minakparov

Hêlîna a hêrsê çavan, çûkek baskok
Kêr bêîman e lê bi ziman
Qîrkirin sergêj e lê dîrok bihiş e
Hidûdê nivîsa eniyê ye rêzkirina laşa
Xefk vedanê roja nuh zayinê
Wê tim deynê me giran bike
û razayî bimîne xeta şermê li navbera nêzîkatiyê
Minakparov…
Minakparov ji guhê me dernakeve

-Di dema gelkujiya ermeniyan de dema ermenî direvîn digotin “minakparov” ango “bi xatirê we!”-