A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Müslüm Aslan - Mifte
143 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Müslüm Aslan - Mifte

‘Sermeyek har xwîna min dimije’
Ka ew agirê mûmê
Bêdengî diherikand çîroka helbesta
Agir nesebê mûmê heland
Ez bi çirûskê êşa xwe ronî dikim riyê xwe
Tim di bîra min dene hêviyê bêhn sêv
Gelo ez mezinim yan Hêvîviya min
Hêviyê min dayîka xewna
çima... Di himbêza xweda cîh nade min

Destê tariyek dîn û lal di qirika min de
Ez li te digerim
Wa tû dibêjî ez ne li ezmanim
Di nav ax û stêrka aliqî
Weke pirekê
Weke wêneyekî kevn
Hewarê min ji eynika ewra dişemitin
Ji xwere dibe mûm
Hêsrê min jî agir
Nêzîkayî li cem min mir
Ka mifta bersîva bide min
Her tiştê min di sindoqa nalîna bergehêde
Ka miftê bersîva bide min Jan...