A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Müslüm Aslan - Mêrxaso
283 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Müslüm Aslan - Mêrxaso

Berf dihele
Li girêkî
Li ser berfa gir mêrxasek razaye
Bi dirêjahiya xwe ve
Xwîn diherike
Li ser nergisa biharê
Ji birîna sîngê

Çentê wî li piştê
Çavên wî li kêlekê
Çeka wî şemitiye jêr
Û ji mêrxas re
Tarî tewiya
Ew nixumand
Bê hîs û deng
Pora wî mist da
Stêrk bê çirûsk in
Û têdigihîjim
Şev bi şîn e
Çarenûs
Tûtin
Şirîkê min ê nanê hişk
Heval û hogirê min
Xemgîn im
Te nabim mêrxaso
Te nikarim bibim mêrxaso
Evîna te
Mêrxasiya te
Strana te
Ez bi xwe re dibim
Evîna te pêşedem
Wêrekî
Ronahî
Û evîna te dîrok

*Aram, Weşanên J&J, rr: 18-19