A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Müslüm Aslan - Li Te Difikirim
339 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Müslüm Aslan - Li Te Difikirim

Dibe ku tu niha li ser çiyayekî serbilind bî
Şînbûna asîmanên azad xwe li porên te dide
Lê niha ez li jêrzemînekê, destên min zincîrkirî
Zend li ber qutbûnê
Çêlîkên maran dor li min girtine
Ez têm copkirin

Ez bêmecal ketime li ser betona tozîn
Tîqetîqa qaşo mirovan e li ber serê me
Lê dîsa li te
Her li te difikirim

Niha dibe ku tu di êrîşekê de bî
Tiliya te li ser çeka siwar
Li keviyên bajaran
laş ji lûleya te ber bibadibin

Lê niha ez
Ez li hicreyeke kêmronî ya belawela
Bi tenêtiya xwe re heval
Janeke li parsûyan
Dûyê çixareya min a şikestî
Li ser tiliyên min perçiqî
Di hicreya min de xwe li hev badide
Û bi azadî winda dibe
Lê dîsa li te
Her li te difikirim

Niha dema berfê ye
Kî zane berf li rêyên te dibare An jî
Tu li bêhnvedanekê yî
Pişt daye darekê
Li diyarê xwe temaşe dikî
Bi berfirehî hesaban ji xwe re dikî
Ku dê rojeke me ya bê zilm çêbibe

Lê niha ez
Ez li Amedê
Ji her tiştî re bêxem
Li te her li te difikirim
Kelogirî ez li te difikirim
Li te bi bişirîna te ya berxwêdêr

*Aram, Weşanên J&J, r: 15