A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Müslüm Aslan - Bisekin
287 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Müslüm Aslan - Bisekin

Xewa bê ziman
Navê xwe sipart baweriya sebrê
Bi xatirê çav li dawî kêm mam
Tune ye bextê poşmaniyê çi bêjim
Rûgeşî xwe ji serî nagire
Dijwarî diyariya jiyanê ye

Bisekin
Va ez hatim qetla biyaniyê
Li destmala silava spî xwe bipêçim
Ramûsanek deynim germa dilê zelal
Ji bîr neke seknê
Bi sonda hatinê ez bêriya te dikim
Bisekin