A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Muhsîn Ozdemîr - Min Ji Hinekan Çiqas Hez Kir
138 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Muhsîn Ozdemîr - Min Ji Hinekan Çiqas Hez Kir

Min ji hinekan çiqas hez kir
Bayê dilvedanekî ji dûr
Li tenêtiya min dixistin
Di van bajêrên rengxapînok de
Lê mixabin;
Rûyê wan rengvedan
Kenê wan dengvedan
Dilê wan jî dizek
Devê wan
Bi kenxapînok

11.02.2015