A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Muhsîn Ozdemîr - Min Dayîk Dîtin
275 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Muhsîn Ozdemîr - Min Dayîk Dîtin

Min dayîk dîtin li min dan
Min dayîk dîtin nifir li min barandin
Min dayîk dîtin dijûn li ser min alandin
Dema ku bêdeng dikeniyam.
Min ŞÊREDAYÎK jî dîtin:
Nextê nûciwanên xwe
Di boxçika xwe de hiştîn
Da ku pê
Hevalekê bide milê xwe û
Şev û roj bi wê bistrê
Soregulleyên girdar bireşîne
Ser zeviyên welatê xwe
Ku tê de zîwan nemînin