A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Muhemed Îbrahîm Ceferî - Gewr Gewr Gewr (خاکستری)
64 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Muhemed Îbrahîm Ceferî - Gewr Gewr Gewr (خاکستری)

Gewr, gewr, gewr
Sibeh, mij, baran
Ewr, nihêrîn, bîranîn
Li cem min awazek nebû, te xwend
Li cem min neynik nebû te nihêrî
Rîşeyek bûm di xewên axên pîroz de
Bê baran di nihêrînên te de şîn hatim
Birûskek ji çavên te rabû
Nihêrînên min bûn baranî
Lamên te şiliya baranê
Çavên te tavî
Gur dizên, em hay ji berxan hebin
Tu bi çavên xwe min bistirîne
Çovê min ê şivanîyê wê bibe çekeke tesîrdar
Piştî cengê bi çovê xwe
Ez ê hêjîrên nûgihayî ji te re biçinim
Dê bi te re bimînim
Dê bi te re bixwînim
Û ez ê te di matmayîna te ya ronak de ramûsim
Heke ewr bihêlin.

*Wergêr: Muhsîn Ozdemîr
*Serastkirin: Rênas Xendekî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê