A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mueyed Teyib - Newroz Di Himbêza Helebçe De Şehîd Ket
244 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mueyed Teyib - Newroz Di Himbêza Helebçe De Şehîd Ket

Temenê bûharê şazde roj bû, seet yazde bû.
Her çi ewrê li esmane welatê me heyî, pênc hizar cara agir pê ket.
Her çi çiyayê heyî, pênc hizar cara xwe çemand.
Her çi dara buharê kesk kirî, pênc hizar cara xemla xwe werand.
Her çi çem û rûbarê heyî, pênc hizar cara şêlî bû.
Her çi gul û nergiza heyî, pênc hizar cara çirmisî.
Her çi berfa li serê çiyayekê me mayî, pênc hizar cara bihujî.
Her çi kew û bilbilê heyî, pênc hizar cara awaz di gewriyê da xendiqî.

Her çi kevokeka spî li ser takê darekê, pênc hizar cara di xwînê werbû.
Her çi dayika heyî, pênc hizar cara kirasê xwe yê reş, di reşî veda
Û her çi şehîdê heyî, pênc hizar cara ji gora xwe rabû û pênc hizar cara hawar kir: HELEBÇE!

Temenê buharê şazde roj bû...
Her bihosteka axa welatê me karê xwe kiribû û li benda Newrozê bû.
Newrozê ji karê bûkaniyê kiribû û wekî her bûkên çiyayî
bejn û bala xwe bi sê renga xemilandibê: kesk û sor û spî.
Û ji nişka ve ji dilê rojê derket û riya HELEBÇE girt.
Lê riya HELEBÇE jehre girtibû!

Temenê buharê şazde roj bû....
Asman yê ducanî bû û xemek jê za, pênc hizar cara bi qasî HELEBÇE.
Wê xemê dilê geş yê Newroza me poșî.. Newroza me jî bi carekê xemla xwe werand:
Sor... bû reş.
Sipi... bû reş.
Kesk... bû reş.
Û ewrekê reş çavê rojê girt û kire şev; şeveka tarî
jehr û seqem jê dibarî.
Xewa mirinê bi çavên Newrozê de hat, lê hîn ranezabú.
Pênc hizar zarok ji Hiroşîmayê hatin û rengê sor anîn.
Pênc hizar zarok ji Awşiwidzê hatin û rengê spî anîn.
Pênc hizar zarok ji Viyetnamê hatin û rengê kesk anîn.
Û pênc hizar zarokên birçî ji Afrîkayê hatin û roj li ser destan bû
Careka dî Newrozê xemla xwe girt.
Û careka dî riya sor a HELEBÇE girt.

Temenê buharê şazde roj bû...

Li xopana HELEBÇE govenda zarokan bû.
Pênc hizar zarok ji Dêrsimê bûn.
Pênc hizar zarok ji Amûdê bûn.
Pênc hizar zarok ji Sorya û Dekan bûn.
Pênc hizar zarok ji Mahabadê bûn.
Ho ey bîst û pênc milyon şehîdên li ser axa Kurdistanê dijîn!
Xwe vedin... ev Newroz e têt
Ho ey bîst û pênc milyon şehîdên li ser axa Kurdistanê dijîn!
Rê vekin... Newroz birîndar e û dixwaze di himbêza HELEBÇE de şehîd bibe!

Temenê buharê şazde roj bû, seet yazde bû.

Newroz di himbêza HELEBÇE de şehîd bûbû.
Seet yazde bû:
Her çi ewrê li asmanê welatê me heyî, pênc hizar cara agir pê ket û pênc hizar cara nivîsî: HELEBÇE
Her çi pêşmergê heyî, pênc hizar cara sond xwar!
Bi wî zarokê di himbêza bavê xwe da, kenî li ser lêva mirî.
Bi wî zarokê li ser destê dayîka xwe, jehrê xewna wî lê birî
Bi wî dêmê geş yê li nav giyayê bûharê vemirî.
Pênc hizar cara tola HELEBÇE bistÎnin!

*Adar, 1988, Swêd
**Çavkanî: Kurdistan Press, 18.05.1988 - (@birahim_bulak)