A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mueyed Teyib - Kevir
245 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mueyed Teyib - Kevir

Barê wî kevir û
Rêka wî pesar e
Çîroka wî
Efsaneyeka zivêr û pir azar e
Bes Xudê dizane
Ew çendê
Ji xwe û kevrê xwe bêzar e

Lê esman
Ne ji azarên wî têr dibe
Ne ji bêzariya wî zivêr dibe
Her careka
Kevirê wî girêl dibe û
Efsaneya wî bi dawî tê
Ziyos
Wek zarokekê şad Gazî dike:
Dubare!

*28/5/2016
*Ji pirtûka wî "Ne Şev Têra Xewnên Min Dike Ne Roj Têra Xemên Min"