A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mueyed Teyib - Jinek Ji Tirî
7 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mueyed Teyib - Jinek Ji Tirî

Her gaveka,
Ez te dibînim,
Bi te mest dibim
Ez nizanim,
Tu jin î
Yan cameka tije mey

***

Adem..
Ji axê çêbûye
Iblîs..
Ji agirî
Ez..
Ji keviyeka berfê û
Tu jî
Diyar e ji ûşiyekê tirî

*Dihok
, 5/9/2017
*Ji pirtûka wî "Ne Şev Têra Xewnên Min Dike Ne Roj Têra Xemên Min"
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?