A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mueyed Teyib - Ez dê Jîm
238 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mueyed Teyib - Ez dê Jîm

"Bo ‘Ayişa Taha Osman
û hemî dayikên şehîdan"

Sê kurrên wê pêkve di çirkeyekê da şehîd bûn.
- Noke bo min
Çi tiştek ji mirinê aramtir heye?
Çi tiştek ji jiyanê bijantir heye?
Lê ez bimirim
Kî dê şîna we bigêre?
Ez bimirim
Kî dê bi bejn û bala we bibêje?
Ez bimirim
Kî dê rondikên kel,
Li ser kêliyên we birêje?
Ez dê jîm.
Dayika wan pê li dilê xwe kir û got.

*Dihok , 2017
*Ji pirtûka wî "Ne Şev Têra Xewnên Min Dike Ne Roj Têra Xemên Min"